Komeleya Jinan a Starê dê sibe kongreya xwe ya yekemîn pêk bîne 2021-04-06 16:34:35     WAN - Komeleya Jinan a Starê, di banga ku ji bo kongreya xwe ya dê sibe li dar bixe de got, "Em di têkoşîna xwe ya hevapar de bang li hemû jinan dikin ku werin em bi hev re bimeşin."   Komeleya Jinan a Starê ku li Wanê saleke li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dide dê sibe li Eywana Konferansyê ya Baroya Wanê 1'emîn Kongreya xwe pêk bîne. Beriya kongreya ku wê bi tevlibûna gelek jinan bê lidarxisitn Seroka Komeleya Starê Serap Guvenç bal kişand ser girîngeya jinan ji bo tevlibûna kongreyê.    'Em bi hev re bi hêztir in'   Serap diyar kir ku ji bo têkoşîn bê dayîn ew wekî aliyekî vê têkoşînê wê li ber xwe bidin û wiha berdewam kir, "Ji bo ku em di her warî de li hemû qadên jiyanê bibin xwedî gotin û xwe aîdê vî bajarî bibînin em bang li hemû jinan dikin û dibêjin werin em bi hev re bimeşin. Ji ber ku em jin bi hev re bi hêz in."