Emîne û Ferît Şenyaşar: Em li hêviya daxuyaniya wezaretê ne 2021-04-06 12:53:46     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşaran 29 roj in li bêr Edliyeya Rihayê didome. Malbatê di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku ew li hêviyê ne ku Wezareta Dadê daxuyaniyê bide.    Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de dema esnaf ziyaret dikirin, li dikana Heci Esvet Şenyaşar êrîşî wî û lawê wî kiribûn. Di êrîşê de bav û 2 law kuştin û 2 law jî birîndar kirin. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar girtin. Nobeta 'edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 29'emîn de dewam dike.    Emîneya ku tevî pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê çalakiya rûniştinê didomîne diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bidomînin.    'Sûcê mirovatiyê hatiye kirin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakê ev gotin parve kir:"Têkoşîna me ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 29'emîn de didome. Em li hêviya daxuyaniya Wezîrê Edaletê ye. Li Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê sûcê mirovatiyê hatiye kirin. Nûner ser bûyerê dinixumînin."