Ji SKM'yan berteka binçavkirinê: Îradeya jinê nayê astengkirin 2021-04-06 12:43:02   STENBOL - SKM'ê bi daxuyaniya têkildarî 22 jinên di çarçoveya operasyona li Amedê de hatin binçavkirin bal kişand ser serîhilandanê û wiha got:"Do me çawa serî hilda em ê sibehê jî bi heman eksê û bi hêrsa me ya zêde dibe li dijî faşîzm û dijminatiya li ser jinê serî hildin."   Do serê sibehê li Amedê di operasyona binçavkirinê de tevî nûçegîhana me Bêrîtan Canozer 22 jin di encama biserdegirtina malê de hatin binçavkirin. Meclîsên Jinê yên Sosyalîst (SKM) têkildarî operasyona navenda wê Amed bû daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin jinên têkoşîna azadiya jinê dimeşînin bê hincet bi êrişa binçavkirinê rû bi rû tên hiştin.    Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin operasyona binçavkirinê di pêvajoya feshkirina Peymana Stenbolê de  û dewamkirina polîtikayên şer de pêk hatiye, ev jî diyar dike ev encama polîtîkayên îktidarê yên dijminatiya jinê ye.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Komeleya Jinê ya Rosayê û rêxistinên jinan berê jî bi êrişên wiha rû bi rû hatibûn hiştin, endam û rêveberên wan hatibûn girtin. Îktidara dixwaze bi feshkirina Peymana Stenbolê îradeya jinê têk bibe hedefa wan  a din têkbirina rêxistinkirin û têkoşîna jinê ya mezin dibe ye. Têkoşîna me bi operasyonên binçavkirin û girtinê nikare teslîm bê girtin. Do me çawa serî hilda em ê sibehê jî bi heman eksê û bi hêrsa me ya zêde dibe li dijî faşîzm û dijminatiya li ser jinê serî hildin. Em ê li dijî van êrişana kuçe bi kuçe têkoşîna xwe mezin bikin. Li dijî dijminên jinê yên di her fersendê de hewil didin destkeftiyên me xesp bikin ên êrişî beden, maf û nasnameya me dikin gotina me ev e: Em ê ji bo maf û jiyana xwe raperîna xwe mezin bikin. Têkoşîn û îradeya jinê nikare bê astengkirin. Yên di bin çavan de ne divê demildest serbest bên berdan."