Li Mêrdînê daxuyaniya jinan: Em ê her tim li qadan bin 2021-04-06 12:42:18   MÊRDÎN -TJA û tevî rêxistina DBP’ê û HDP’yê li dijî girtina siyasetmendarên jin daxuyanî dan û gotin: "Dev ji polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan berdin. Hûn nikarin dawî li têkoşîna me bînin. Em ê her tim li qadan bin.”    Li dijî binçavkirina siyasetmedarên jin, Rêxistina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li bir avahiya HDP’ê pêk hat. Li ser navê TJA’yê Eylem Amak daxuyanî da.     Eylem, da zanîn ku hişmendiya serdest a mêr li hemberî destkeftiyên jinan êriş daye destpêkirin û wiha axivî: "Her roj herî kêm 3 jin ji aliyê mêr ve tên qetilkirin. Li cihê ku pêşî li van qetlîaman bigirin êrişa li hemberî jinan zêde dikin. Cardin yek ji destkeftiyên jinan ên ku bi xwîna xwe destxistine Peymana Stenbolê di şevekî de bi îmzaya mêrekî hat betalkirin.”   Eylem, destnîşan kir ku îro îqtîdar ji jinan ditirse û wiha axivî: “Em baş dizanin ku di bingeha van êrişan de tirsa wan heye. Dixwazin bi girtinan jinên ku li dijî tundiyê têkoşîn bêdeng bikin û dawî li têkoşîna wan bînin. Îqtidara ku tehemula wan ji jinan re tuneye bi taybet jî li dijî jina kurd êrişên polîtîkayên taybet daye destpêkirin. Mînaka vê ya herî dawî jî operesyonên li dijî Komeleya Jinan a Rosayê hatiye kirin e. Li gel wê bi dehan rêhevalên me hatin binçavkirin.”   Eylem wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku hûn êriş bikin divê ne em bin, divê yên ku îstismar û tundiyê dikin bin. Dev ji polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan berdin. Dev ji krîminalîze kirina jinan û TJA’yê berdin. Hûn nikarin dawî li têkoşîna me bînin. Em ê tim li qadan bin.”    Daxuyanî bi çepik û diruşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.