MED-DER: Divê hemû jinên binçavkirî demildest serbest bên berdan 2021-04-06 12:33:19     AMED - MED-DER’ê bertek nîşanê binçavkirina jinan da û wiha got: “Di van êrişan de hemû jinên xwedî vîn ku ji bo parastina nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasiyê têdikoşin, di hedefa Desthilatdariyê de ne. Divê Hevseroka Med-Der'ê û hemû jinên siyasetmedar ên binçavkirî demildest serbest bên berdan.”   Duh serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin û Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya  Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin. MED-DER’ê bertek nîşanê binçavkirinan da û bi vê minasebetê li avahiya xwe daxuyanîyek dan çapemeniyê.  Komeleya Jinan a Rosa, Tevgera Jinên Azad(TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek rêxistinên sîvîl tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç ve hate xwendin.   ‘Jinên  têkoşer hedef tên girtin'    Dîlan diyar kir ku di van êrişan de hemû jinên xwedî vîn ku ji bo parastina nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasiyê têdikoşin, di hedefa Desthilatdariyê de ne û got: “Li hemû jinên ku baweriya xwe bi demokrasî aştî û azadiyê anîne û ji bo maf û azadiya gelan têkoşînê dimeşînin, bi dehan doz hatine vekirin û bi sûcdariyên bêbingeh û bêhuqûqî bi salan ceza li wan tê birîn. Dixwazin bi van êrişan komeleya Rosayê û bitevahî komeleyên demokrarîk îlegal nîşan bidin û krîmînalîze bikin. Ev 5 hezar sal in, bi kevneşopiyên civaka baviksalarî hemû maf û azadiyên jinê tên binpêkirin, hebûna jinan tê înkarkirin.”   ‘Peymana Stenbolê ji bo me xeta sor û jêneger e’   Dîlanê bilêv kir ku bi van binçavkirin û girtinan dixwazin vîna jinan û têkoşîna wan di nava çar dîwarên malê û zindanê de were asêkirin û  şikandin. Dîlan berdewamiya daxuyaniyê de wiha axivî: “Niha jî vê rol û rista înkar û tunehesibandina mêrane ya li hemberî jinan, ji aliyê dewletê ve di meriyetê de ye û raste rast bi destê dewletê tê meşandin. Bila desthilatdar baş zanibin ku ev binpêbûn, zext, zor, tundî, binçavkirin û girtin, dê nikaribin bi me paşde gavê bidin avêtin. Ev operasyonên ku bi armanca lewazkirina jinan pêk tên, dê têkoşîn û biryardariya xwedîderketina li maf,  azadî, nirx, rûmet û destkeftiyên demokrasî û azadiyê xurtir bikin. Baş tê zanîn ku ev operasyon û binpêkirinên li hemberî têkoşîn û azadiya jinan, bingeha wêrekiya xwe ji vekişîn û betalkirina Peymana Stenbolê digirin. Em jin jî bi yek dil û yek dengî dibêjin ku  Peymana Stenbolê ji bo me xeta sor û jêneger e. Heta ku ev peyman dîsa bikeve meriyetê, em ê li qadan bin û têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.”   ‘Divê Hevseroka Med-Der'ê û hemû jinên binçavkirî bên berdan'    Dîlanê destnîşan kir ku desthilatdar, kujerên ku qirkirina jinan pêk tînin serbest berdidin û wiha pêde çû: “ Van kujeran dest û milê xwe dihejînin û di nava gel û civakê de serbest  digerin. Yên ku bi wijdan û exlaq tevdigerin, li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dimeşînin hedef tên nîşandan, tên binçavkirin û girtin, bi sûcdariyên bêbingeh û bê hiqûqî tên cezakirin. Di operasyona 5'ê Nisana 2021’ê ya  bi fermana dozgeriya Amedê, biryara binçavkirina 33 jinên siyasetmedar ên ku li nirx, rûmet û destkeftiyên demokratîk derdikevin hatiye dayîn û 22 jin hîn jî di bin çavanda ne. Ji jinên binçavkirî yek jî hevseroka MED-DER'ê birêz Şîlan Elmas Kan e, ku 28'ê Adarê weke hevseroka Med- Der'ê hatibû hilbijartin. Em binçavkirina Şilan Elmas Kan di hemen demê de wekî  bêtehemûliya dewletê ya li hemberî Zimanê Kurdî dibînin û dinirxînin.Ev helwesta dewletê jî nêzîkatiya li hemberî Zimanê Kurdî bi zelalî nîşan dide û li ber çavan radixe. Divê Hevseroka MED-DER'ê û hemû jinên siyasetmedar ên binçavkirî demildest serbest bên berdan. Em ê li hemberî van bêhuqûqiyan li qadan bin, tu car dev ji daxwaza xwe ya maf û azadiyên bingehîn û edaletê bernedin.”   Daxuyanî bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.