Dîrektora CFWIJ'ê: Em ji bo jinên rojnameger bi fikar in 2021-04-06 11:44:05     STENBOL - Dîrektora Damezrînera Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinê Kiran Nazish, bertek nîşanî binçavkirina nûçegîhana me Bêrîtan Canozer da û diyar kir ku ew di warê ewlehiya rojnamegeran a li Tirkiyeyê bi fikar in û wiha gotin:"Em ji bo jinên rojnameger ên li Tirkiyeyê bi fikar in. Divê ev pirgirêk bê çareserkirin."   Do di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer hat binçavkirin. Dîrektora Damezrînera Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinê Kiran Nazish, bertek nîşanî binçavkirina nûçegîhana me Bêrîtan Canozer da û got Bêrîtanê rojnemegerek kurd e û bûyerên diqewimin bi awayekî demokratîk radigihîne û îktidarê bi hincetên cuda Bêrîtan binçav kiriye.    'Bûyerên diqewimin bi awayekî demokratîk radigihîne'   Kiranê bal kişand ser nasnemeya rojnameriya jinê û wiha got:"Em bi fikar nêzî binçavkirinan dikin. Gelek êriş me kirine belge. Ev jê tenê yek e. Rojnameger tenê ji ber nûçeyan çêdike û ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî jî tên binçavkirin. Em vê dizanin. Nûçegîhanên li vî welatî dixwazin bûyeran bi awayekî demokratîk ragihînin. Bêrîtanê jî bûyerên diqewimin bi awayekî demokratîk radigihîne."   'Kesên ji bo dewletê nûçeyan çênakin tên girtin'   Kiranê da zanîn ku rojnameger her tim ji ser pîşeya xwe tên darizandin û wiha got:"Dewlet rojnamegerên ji bo wan nûçeyan çênakin di bin hinceta "endamtiya rêxistinê" dişîne girtîgehan."   'Em di warê ewlehiya jinên rojnameger ên li Tirkiyeyê bi fikar in'   Kiranê da zanîn ku herî zêde saziyên jinan bi binçavkirin û girtinan rû bi rû dimînin û wiha bi dawî kir:"Divê ev rewş teqez bê şermezarkirin. Divê Tirkiye vê pirsgirêkê demildest çareser bike."