'Têkoşîna rêxistinkirî ya li hemberî dewleta mêr îqtîdarê ditirsîne' 2021-04-06 10:34:18     STENBOL - Rêxistinên jinan diyar kirin ku êrîşa polîsan a li hemberî Komeleya Jinan a Rosayê û binçavkirina 22 jinan  êrîşeke li hemberî hemû jina ye û gotin, " Têkoşîn rêxistinkirî ya jinan ku li hemberî tundiya mêr û dewletê pêş dikeve îqtîdara AKP -MHP'ê ya faşîst ditirsîne."    Li Amedê duh di saetên serê sibehê de di serdegirtinên malan ku hatin kirin de endamên Komeleya Jinan a Rosayê jî di nav de, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM),  Meclisa Dayikên Aştiyê û nûçegîhana me Berîtan Canozer jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin. Jinên ji tevgerên jinan ku bertek nîşanî êrîşên li ser Komeleya Jinan a Rosayê dan gotin, "Rosa bi xebatên xwe îqtîdar aciz kiriye. Êrîşên li heber komeleyê êrîşên li ser hemû jina ne."   Dîlek Başlan: Dixwazin xebatên Rosayê terorîze bikin   Endama damezrîner a Komeleya Kadin Zamani (Dema Jinê) û Seroka wê Dîlek Başkan, êrîşên 22'yê Gulana 2020'î bi bîr xistindema borî yên li ser Komeleya Jinan a Rosayê bi bîr xistin û got ku gelek endamên wê hatin binçavkirin û ceza li wan hat birîn. Dîlek diyar kir ku Komeleya Rosayê li Amed û gelek bajarên din li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşînê dide û wiha berdewam kir, "Komeleyeke ku hem li qada navneteweyî û hem jî li Herêmê û li Tirkiyeyê komeleyeke ku her diçe mezin dibe û bi hêz dibe ye. Em di demeke ku berxwedana jinê mezin dibe de ne û her ku em bi hêz dibin jî tundiya mêr dewletê ya li heberî sazî û dezgehên jinan jî zêde dibe. Ev êrîş herî zêde jî li hemberî jinên kurd û saziyên wan tên kirin.  Em vê ji Stenbolê hîs dikin. Komeleya Rosa ya ku  salên wê bûne hatiye vekirin gelek xebat dane meşandin. Em jî li Stenbolê hevparên gelek platforman e.  Zîhniyeteke ku dixwaze xebatên Komeleya Rosayê terorîze bike heye. Em ê li dijî tundiya mêr li têkoşîna jinan mezin bikin û hevpar bi jinan re bixebitin. Em ê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin.   Kadın mücadelesi erkek şiddetinin karşısında. Kadınlarla birlikte olacağız ve İstanbul Sözleşmesi’nden de vazgeçmeyeceğiz’ diyoruz” ifadelerini kullandı. Em ê li dijî vê tudiyê hêza xwe ya rêxistinkirî bikin yek."   Ferîde Eralp: Êrîşî hêza me ya rêxistinkirî dikin   Ji Platforma Kadinlar bîrlîkte Guçlu (Jin bi hev re bi hêz in) Ferîde Eralp jî got êrîşên duh hatin kirin ne yên yekem in û wiha got, "Hevalên me berê jî hatin binçavkirin, girtin û komeleya ku jinan li dijî tundiyê serî lê dida bi ser ofîsa wê de hat girtin. Ev êrîşên li ser Komeleya Rosayê ku komeleyeke xweser e, di serdemeke ku qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, destkeftiyên jinan hatin desteserkirin û saziyên jinan veguhertin cihê kursa Kuranê pêk hatin. Li  vê peyama dewletê bi giştî ji bo hemû jina ye û bi taybet jî ji bo jinên kurd e ku dixwazin bibêjin; mafê we yê ku hûn xwe birêxistin bikin tune ye. Ev jî tê wateya ku tundî û dagirkerî li her derê tê belavkirin. Li dijî vê divê jin hêza xwe bikin yek û bi hev er têbikoşin. "   Ruya Kurtuluş: Êrîş me tînin gel hev   Ji Parastina Jinê Ruya Kurtuluş jî got, ew li gel Komeleya Jinan a Rosayê ne û got ku îqtîdarê têkoşîna jinê ji xwe re kiriye hedef. Dîlek diyar kir ku têkoşîna jinê ya hepar a bi rêxistinkirî îqtîdara AKP -MHP'ê ditirsîne û ev tişt got, "Ji her beşên civakê jin, guhê xwe didin dengê jinên feminist û bi wan bawer dibin. Ji ber wê jî êrîşên li ser jinan zêde dibin û di şevekê de dikarin ji Peymana Stenbolê xwe vekişînin. Lê her êrîş me bêhtir nêzî hev dike. Em gel û mafên xwe diparêzin û tu niyeteke me ku em paşve gavê biavêjin tune ye. Êrîşa hatiye kirin bi giştî li dijî hemû jinan hatiye kirin lê bi taybetî li erdnîgariya kurd û jinên kurd hatiye kirin.  Her xebata ku em bi hev re bimeşînin bersîveke ji bo êrşîên dewletê ku tên kirin."   Cemîle Baklaci: Em serî natewînin   Ji Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci jî bertekên xwe yên li heberî êrîşên li ser Komeleya Jinan a Rosayê wiha anîn ziman: "Bi fesihkirina Peymana Stenbolê re kesên ku jiyna bi milyonan jinan kirin xeterê, di bedêla ku qirkirina jinanan asteng bikin, bi polîtîkayên ku pêş xistin hêz dan mêrê kujer û çav bera jiyana me dan. Ev kes ji kuştina jinan berpirsiyar in. Em ê li hember van polîtîkaya nserî netewînin û têkoşîna xwe bidomînin."