Çalakiya greva birçîbûnê di roja 131'emîn de ye 2021-04-06 09:28:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 27'emîn di roja 131'emîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 27'emîn di roja 131'emîn de didome.    Di sala 2016'an de piştî pêvajoya çareseriyê ku hat bidawîkirin û heta niha, ji ber gotinên ku nefret û cudakariyê zêde dikin herî kêm 2 hezar û 289 jin hatine qetilkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê demê derbarê qirkirina jinê de bi gotina, "ez nabim endamê vê dewletê" bertek nîşan dabû.