‘Ne jin divê mêr biguherin’ 2021-04-06 09:14:43   Aynur Aslan   WAN - Mêran der barê şîdeta li ser jinan de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di bingeha şîdeta li ser jinê de mêr heye û gotin ne jin divê mêr biguherin.   Şîdeta li ser jinê ku yek ji pirsgirêka sereke ya civakê ye û bi destê dewletê û mêr pêk tê, roj bi roj giran dibe. Her wiha bi qanûnên ku tên derxistin jî gumanbar bê ceza tên hiştin û tên berdan. Jin li dijî şîdetê bê navber têkoşîna xwe li qadan dimeşînin û mêr jî vê nabînin.   Me ji mêran pirsa ‘hun xwe li ku derê şîdeta li ser jinan dibînin?’ pirsî.   ‘Şîdeta li ser jinan mijara zîhniyetê ye’   Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan diyar kir ku cihê jinê yê di civakê de divê di alî dîrokî de bê destgirtin û wiha berdewam kir: " Dema şîdeta li ser jinê bê nirxandin divê pergala kapîtalîst baş bê zanîn. Li dewletên ku bi pergala kapîtalîst tên birêvebirin jin ji derveyê civakê tê dîtin. Em li desthilatdariya heyî ya welatê xwe binêrin, şîdeta li ser jinê di esasê de mijara zîhniyetê ye. Desthilatdarî rola dayiktiyê li jinan ferz dike, hepsê malê dike, ji hilberînê dur dixe. Me ev bi feshkirina peymana Stenbolê dît. Serokomar got ‘em çawa ketinê em ê wisa jê derkevin’. Di vê mijarê de divê jin û mêr ji hev cuda neyên kirin û têkoşîn bê dayîn. Pergala hevserokatiyê bo me xeta sor e. Ev pergal tê wateya nûneriya wekhev. Divê jin beyî nakokî tevlî hemû qadên civakî bibin û mêr jî vê qebûl bikin. divê em desthilatdariya dilê xwe bikujin. Divê em ewil ji jiyana xwe ya malbatî dest pê bikin. Ez wek mêrekî vê li mala xwe dikim."   ‘Di darazê de zîhniyeta serdest didome’   Parêzer Abdulkadîr Kutevî jî anî ziman ku kuştina jinan ji ber zîhniyeta serdest ya mêr a di darazê de zêde bûye û ev di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got, "Li edliyeyê, li dozgerî û dadgehan zîhniyeta serdest hîna li ser kar e. Ji dozgeran bigirin heta katîban gotina wek ‘vê jinê heq kiriye’ dikarin bêjin. Em bi vê gotinê re tên rû hev. Ji ber vê zîhniyetê di kuştina jinan de polîtîka bêcezabûnê giran dibe. Di vê mijarê de li Tirkiyeyê divê parêzer, dozger, dadger, mamoste di atolya zayenda civakî re derbas bibin. Xebatên olî yên li Rojhilata Navîn li ser jinan dibin alava zextê. Jinên kurd di vê mijarê de du car keda wan tê binpêkirin. Her wiha parêzerên mêr di dozên kuştinên jinan de mixabin hesasiyeta pêwist nîşan nadin. Ez vê wek xwerexnedayînê jî dibêjim. Divê em di vê mijarê de hesasiyeta xwe nîşan bidin. Li herêmê bandora polîtîkayên siyasî jî heye. Nêrîna siyasetmedaran, nêrîna parêzerên li kuştinên jinan dinêrin jî cudaye. Di vê mijarê de parêzerên hesasiyetê nîşan didin jî hedef tên girtin. Gelek caran parêzer ji ber tirsê dozê nagirin. Bi AKP’ê re zîhniyeta serdest ya mêr derket asta herî jor. Li gorî min, ne jin divê mêr xwe biguherin."   ‘Nêrîna li hember jinê bandorê li perwerdê jî dike’   Hevserokê Egîtîm Sen a Wanê Murat Atabay jî wiha got, " Li dijî şîdeta li hember jinê perwerde girînge. Perwerda li Tirkiyeyê û mufredata ku datînin ber me jî bi pirsgirêk e. Di vê mijarê de nêrîna li hember jinê çibe, di mufredatê de jî wê tînin hember me. Bêguman ev pirsgirêk ancax bi guherîna mufredatê dikare ji holê bê rakirin. Di qada xebatê de keda jinê nayê dîtin, bê nirx tê dîtin. Ev nêzîkatî di alî aborî û kariyerê de jî xwe dide xuyakirin. Ev nêrîn dibe sedema ku jin rastî mobîngê bên. Di sazbûnên dewletê divê pêkanînê cidî bînin. Divê heqdest wekhev be, newekhevî tunebe û perwerdehiyek wekhev hebe. Tunekirina nêrîna ku zîhniyeta serdest ya mêr afirandiye ne hêsane. Ev bi şoreşa zîhniyetê pêkane. Em di mijara nêzîkatiya li hember jinan de pirsgirêkan dijîn. Mixabin ev bi çend dersên ku li mufredatê bê zêdekirin jî nabe. Divê ji malbatê bê destpêkirin û heta dibistanan, kargeriyan û saziyên dewletê pêk bê."   ‘Zimanê mêr şîdetê kûr dike’   Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Gokhan Atay jî diyar kir ku  Şîdeta li ser jinan pirsgirêkek civakiye û wiha axaftina xwe berdewam kir:" Di bin her cureyê şîdeta li ser jinan de mêr heye. Divê mêr di vê mijarê de xwe berpirs bibîne. Kesên xwe demokrat nîşan didin, xwe wek parêzvanên maf nîşan didin, gelek caran li dijî şîdeta li ser jinan bêdeng dimînin. Tevî em xwe demokratîk dibînin jî em ji zîhniyeta serdest a mêr xilas nebûne. Ji ber vê jî dema şîdet li cihekî hebe em deng nakin. Jin têkoşîna xwe tenê dimeşînin. Ji ber vê jî şîdet her diçe zêde dibe. Di vê mijarê de rolek mezin dikeve ser çapemeniyê. Civak di roja îro de bûyeran ji ser çapemeniya civakî dibihîze. Zimanê çapemeniyê girînge. Em wek çapemeniya civakî her çiqas li dijî vê têbikoşin û ji zimanê mêr durkevin jî gelek caran hevalên mêr jinezanîbûnê ji vê re xizmetê dike. Ji ber ku mixabin em hîna ji vê xilas nebûne. Zîhniyeta mêr bandor li ser qadên xebatê jî kiriye. Dem bi dem li dijî hevalên jin dengê me bilind dibe. Dem bi dem em dibêjin hevalên jin nikarin vê nûçeyê çêbikin. Ev di qada xebatê de tê dîtin. Di bin vê de jî zîhniyeta mêr heye. Divê em ji vê ferasetê dur bikevin. Divê têkoşîna herî mezin em mêr bidin. Feraseta dewletê jî feraseteke ku mêran diparêze ye. Herî dawî peymana Stenbolê hat rakirin. Divê em ji dewlet û qanûnan tiştekî nepên. Divê em li dijî şîdetê têbikoşin. Divê em ligel têkoşîna jinan cih bigirin. Ger em dengê xwe bilind nekin wê şîdet her biçe girantir bibe.