'Desthilatdarî dema dikeve tengasiyê serî li girtina partiyan dide' 2021-04-06 09:09:08   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtululan, diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê rakirin rehetî tune ye. Fatmayê her wiha balkişand ser doza girtina der barê partiya wan de û got: “Desthilatdarî ji HADEP’ê heta niha, ji ber ku civakek li gorî wan nayê afirandin serî li rêbaza girtina partiyan didin.”   Di rojên borî de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê der barê doza girtina HDP’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da. Piştî serlêdanê lêpirsîna yekem di 31’ê Adarê de pêk hat. Raportorê di dozê de hat peywirdarkirin, daxwaz kir ku ji bo kêmasiyên usulî bên çareserkirin divê îdianame bê radestkirin û piştî vê serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî DDB ya ku radestkirina îdianameyê xwest, hedef girt.   Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kurtulan geşedanên di rojevê de nirxand.   ‘Desthilatdariyeke ku hewl dide bi şer li ser piyan bimîn heye’   Fatmayê daxuyakirin ku li her çar alî Tirkiyeyê fikriyata HDP’ê hatiye qebûlkirin û erênî hatiye dîtin. Fatmayê bi lêv kir ku tevî hemû girtin, binçavkirin û zextan, HDP’ê serî netewandiye û ji kevneşopiya partiyeke ku serînatewîne tê. Fatmayê wiha got: “Wê rojekê teqez Tirkiye bi fikriyata HDP’ê bê birêvebirin. Wekî din çare nîne. Ev fikriyata HDP’ê, pêkan e ku Tirkiyeyê bigihîne normên demokratîk. Gel xwedî li HDP’ê derdikeve, li hemû qadan peyamên cidî didin. Ji ber vê jî desthilatdarî dikeve hewldana girtina HDP’ê. Ji ber ku desthilatdarî û hevkarê xwe bi şer li ser piyan disekinin. Ji ber vê jî riya ku tercîh kirine, ne rêbazeke ku encamê bide wan e.”   ‘Me gelek kesên ku tiliya xwe hejandin dîtin’   Fatmayê destnîşan kir ku zîhniyeta yekparêz a Devlet Bahçelî û serokomar Recep Tayyîp Erdogan welat ber bi tarîtiyê ve dibe û di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Ev demeke dirêj e polîtîkayên zextê ne tenê li ser partiya me, li ser hemû civakê tê meşandin. Dewlet derbarê DDB û partiya me de tiliya xwe dihejîne. Li pêş desthilatdariya xwe, HDP, jinên HDP’ê û kurdan wek asteng dibîne. Ji ber vê jî di pozîsyona ku tiliya xwe dihejînin de ne. Lê me gelek kesên ku tiliya xwe hejandin dîtin. Ew jî vê dizanin. Dizanin ku tilîhejandin bi me serî natewîne. Em jî vê baş dizanin. Bi çohê darazê ev têkoşîn naqede. Ya pêwist avakirina Tirkiyeyek demokratîk e. Pirsgirêka herî mezin a li pêş vê jî pirsgirêka kurd e. Bi girtina hemû saziyan û redkirina destûra bingehîn ev nabe. Destûra bingehîn binpê dikin û li gorî xwe rejîma xwe ferz dikin.”   ‘Tirkiye her diçe ber bi tarîtiyê ve diçe’   Fatmayê diyar kir ku desthilatdarî ji demokrasiyê direvin û dema vê dikin jî hewl didin partiyan bigirin û got: “Ji HADEP’ê heta niha gelek carî serî li rêbaza girtina partiyan dan lê ev me hîn bêtir xurt dike. Me Newroz nû pîroz kir. Em li qadan bi gelê xwe re bûn. Gel bertekên mezin nîşanê hewldana girtina partiya xwe dan. Yanî wisa bi gotina ‘em HDP’ê bigirin’ nabe. Divê desthilatdarî pêşî li vê bigire, ev ji bo fêdeya Tirkiyeyê nîne. Desthilatdarî ji bo fêdeya xwe vê dike. Fêdeya tu kesî ji vê tune. Tirkiye her diçe ber bi tarîtiyê ve diçe. Ev ji bo Tirkiyeyê nebaşiyeke mezin e.”   ‘Heta tecrîd ranebe Tirkiye wê bîhna xwe negire’   Fatmayê her wiha balkişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got divê ev wek binpêkirineke maf a hêsan neyê destgirtin û got israra desthilatdariyê ya di tecrîdê de israra di şer de ye. Fatmayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema hevdîtin bi Abdullah Ocalan re tên kirin gel bîhneke rehet digire. Lê çawa ku mifte li deriyên Îmraliyê xistin, Tirkiye hat vê rewşê. Kes nikare behsa daxwaza demokrasiyê bike. Dema behsa komkujiyeke xwezayê tê kirin, hema dibin sûcdarên ‘terorîstiyê’. Xwendekarên zanîngehê dibêjin ‘qeyûm tayînê dibistana min nekin’. Lê ji ber wisa dibêjin her tiştî tînin serê wan. Jin dibêjin Peymana Stenbolê mafê min e. Di 8’ê Adarê de ji ber pîrozbahiyan dikin, bi şev tên binçavkirin. Dema mirov li vê rewşê dinêrin divê mirov teqez li tecrîdê binêrin. Heta ku ew tecrîd ranebe, ew derî venebin wê Tirkiye di vê rewşê de be.”   ‘Tirkiye ji berpirsyariyan direve’   Fatmayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku partiya wan ji meha Hezîranê şûnde bi kampanyayan bi gelê xwe re di têkiliyê de bûye û got: “Em jinên HDP’ê her tim li kolanan bûn. Em ê ji vir şûnde jî ji bo Peymana Stenbolê li qadan bin. Peymana Stenbolê ewlehiya me jina ye. Peymana Stenbolê berpirsyariyê dide welatê ku îmze avêtiye. Tirkiye jî ji vê berpirsyariyê direve. Lê niha jin her roj li ser piyan e. Ev biryarek mezin e. Ev sê salê dawî ye têkoşîna jinan gihiştiye asta herî jor. Îro di partiyên siyasî de jin bin nasnameya jinbûnê tên gel hev. Li ser daxwazekê tên gel hev. Ji bo jinan daxwaza wekhevî û azadiyê tê kirin.”