‘Bila Peymana Stenbolê pêk bê’ 2021-04-06 09:07:10   Gulîstan Azak   AMED - Li Amedê di 4’ê Sibatê de mêrê bi navê Aslan Karataş hewl dabû zarokekê qetil bike. Dayika zarokê bertek nîşan da û got hîna Aslan Karataş nehatiye girtin û ev bang li hikûmetê kir: “Armanca we ya vekişîna ji Peymana Stenbolê çi ye gelo, hîn bêtir kuştin hîn bêtir bêdadî ye?”   Li navçeya Bismilê ya Amedê di 4’ê Sibatê de merê bi navê Aslan Karataş (34) ev salek bû zext li zarokekê dikir ku pê re bizewice. Zarok rastî tehdîd û destdirêjiya gumanbar hat û herî dawî bi çekê bi giranî hat birîndarkirin. Zaroka ku li Amedê li nexweşxaneyekê tê dermankirin, xetereya jiyana wê heye. Tevî vê hîna jî Aslan Karataş nehatiye girtin.   ‘Edalet li ku ye?’   Nûrcanê bi lêv kir ku bijîşk dibêjin rewşa keça wê krîtîk e û wiha got: “Dibêjin bijî dibe ku felç bimîne. Ev du meh in Aslan Karataş nehatiye girtin. Keça min di beşa giran de ye. Aslan jî li derve jiyana xwe didomîne. Gelo edalet li ku ye? Dewlet li ku ye? Nêzîkatiya li hember zarokeke ku rastî hewldana qetilkirinê hatiye, ev e gelo?”   ‘Min li nexweşxaneyê bihist ku peyman hatiye rakirin’   Nûrcanê bal kişand ser biryara feshkirina Peymana Stenbolê û wiha got: “Keça min bi mirinê re têdikoşe. Gumanbar li derve digere. Ez li ber derê nexweşxaneyê me. Ez li nexweşxanê fêr bûm ku peyman hatiye feshkirin. Baweriya min bi edaletê namîne. Rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Bi dehan jî rastî hewildanên qetilkirinê tên. Gumanbar li derve digerin. Ez bang li hikûmetê dikim; Armanca we çi ye gelo? zêdetir kuştinên jinan e? Zêdetir bêdadî ye gelo? Tiştên ku keça min jiyaye naxwazim zarokên din bijîn. Gelo hûn dixwazin jin hîn bêtir bên qetilkirin. Armanca we çi ye? Ez wek jinekê, wek dayikekê li dijî vê me. Ez naxwazim peyman bê rakirin. Ji bo jinan jiyan û edaletê dixwazim.”   ‘Ji bo lêgerîna min ya edaletê bibin deng’   Nûrcanê di dawiya axaftina xwe de banga piştevaniyê li hemû jinan kir û wiha dawî lê anî: “Ez dixwazim ku em li dijî vê bêdadiyê ligel hev bin. Ez dixwazim ku hûn jî di lêgerîna min a edaletê de bibin deng.”