MKGP: Bila Berîtan Canozer û jinên hatin binçavkirin serbest bên berdan 2021-04-05 16:36:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezoptoamyayê di daxuyaniya ku da di serî de Berîtan Canozer xwest ku hemû jinên hatine binçavkirin serbest bên berdan.    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), derbarê Berîtan Canozer û jinên ku hatin binçavkirin de  daxuyaniyek da û got, "Wê li dijî zîhniyeta mêr pênûsa jinê nivîsandina xwe bidomîne."   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev ne êrîşa yekem a li heber jinê ye û wiha hat gotin:    "Êv êrîşên îqtîdarê yên li heberî jinên ku li gel êrîşên îqtîdarê qadan terk nakin ne nû ne.  Bi taybetî jî di van êrîşên li hemberî jinên kurd ên têkoşer ku tên kirin de jinên rojnameger jî hedef tên girtin. Li gel ku hîna sedema binçavkirina wan nayê zanîn ji oparasyonên berê jî diyar e ku şopandina nûçeyê ya hevalên me wekî delîlên sûc di dosyayayan de cih digire.   Tundî wê gavê bi me paşve nede avêtin   Vê sibehê di oparasoya ku li Amedê pêk hat de li gel ji 20 zêdetir jinên ku li qadên cuda dixebitin nûçegîhana Jin Newsê û endama Platformê Berîtan Canozer jî mînaka vê ya dawîn e. Berîtan a ku bi nûçeyên amade kirine tê nasîn, ji ber nûçeyên ku şopandine hedef hatiye girtin. Em wekî Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê bersîva me li dijî zîhniyeta mêr, daraza mêr û îqtîdara mêr wê berxwedan be.    Li ser vî bingehî di serî de hevala me Berîtan Canozer, ji bo hemû jinên ku têkoşîna wan hinceta hatiye nîşandan û hatine binçavkirin bang dikin ku demildest werin berdan."