OHD, HDP û ÎHD ji bo Seyhan Başak daxuyanî dan 2021-04-05 15:33:34     COLEMÊRG - Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak li girtîgehê bi îşkenceya lêgerîna tazî re rûbirû ma, derbarê mijarê de OHD, HDP û ÎHD daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku dê giliyê sûc bikin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seyhan Başak, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi rêve bir de, di 25'ê Adarê de li Êlihê hatibû binçavkirin. Piştî ku Seyhan hat binçavkirin, anîn Colemêrgê. Seyhan 6 rojan li Miduriyeta Polîsan a Bajêr a Colemêrgê dibin çavan de ma. Seyhan piştî lêpirsîna dozger, sewqî dadgehê hat kirin. Di 31'ê adarê de dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Seyhanê de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Sergirtî ya Colemêrgê. Dema Seyhan birîn girtîgehê ji şîdet û îşkenceya gardiyana re rûbir û maye û lêgerîna bi tazî lê hatiye ferzkirin.   Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), ji bo Seyhanê li buroya parêzer Yusuf Çobanoglu daxuyaniyek dan. Hevserokên HDP'ê yên navçe û bajêr, hevşaredarê Geverê ya ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin Îrfan Sari û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tevlî daxuyaniyê bûn. Parêzer Hakîka Gunay Karataş daxuyanî da û bal kişand ser pêkutiyên li hemberî Seyhanê.    Harîka, destnîşan kir ku li girtîgehê lêgerîna tazî tê ferzkirin û wiha got: "Dem demî di binçavand li emniyetê tiştên wisa tê kirin. Kesên ku tên binçavkirin û piştre tên girtin li girtîgehê bi vê rêbazê îşkence li kesan dikin. Ev tişt di kesayetiya Seyhan Başak de pêk hat. Li girtîgehê muameleya dijmirovî re rûbirû ma û rûmeta mirovatiyê hat binpêkirin, di şexsê Seyhan de. Muvekîla me ji hêla 4 gardiyanan ve bi şîdetê re rûbirû ma. Dest û piyê wê hat girtin û bi zorê cilê lê hatin derxisin. Çend ji revîra girtîgehê re behsa rewşa xwe kir jî ji hêla bijîşkê girtîgehê ve rapor nehat dayîn."