TJA derbarê binçavkirinan de daxuyanî da 2021-04-05 15:09:14     AMED - TJA’ê li dijî binçavkirinan daxuyaniyek da û got: "Em tu carî ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya jinê paş gav navêjin. Em ê di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi îdîaya “Di bin navê xebata qanûnî de, cihê xwe di xebata jinan a rêxistinê de girtin, hevdîtinên rêxistinî kirin, meş û civîn li darxistin” derbarê 33 jinan de biryara binçavkirinê da. Bi biryara serdozgeriyê polîsan di saetên sibê de, bi ser Komeleya Jinan a Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê dimîne û gelek navnîşanan de girtin. Piştî lêgerîna di malan de hatin kirin 22 jin hatin binçav kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) bertek nîşan van binçavkirina da û li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Yenîşehîra Amedê daxauyanî da çapemeniyê. Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û aktîvîstên TJA’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevseroka Navçeya Rezanê a HDP’ê Sumeyye Kîrîcî ve hat xwendin.   ‘Têkoşîna jinan a hevkar hedef tê girtin’   Beriya daxuyaniyê de Semra Guzel axivî û destnîşan kir ku hevkariya têkoşîna jinan hedef tê girtin û wiha axivî: “Par jî dîsa operasyonek bi vî rengî li hemberî jinan pêk hatibû. Îro desthîlatdar mixabin yên ku li ser jinan tundî pêk tîne û jinan qetîl dike naxe hundir lê jinên ku li dijî serdestiya mêr têdikoşin binçav dike û digire. Em dizanin ku tirsa desthîlatdariyê ya herî berbiçav hêza jinan e. Ji bo meşandina polîtîkayên xwe jinê wek xetere dibînin. Îro jin hêzeke civakî ye. Ango her beşên civakê di bin banê têkoşîna jinan tên ligel hev. Loma ji bo dethîlatdariyê jî gelek xeternak e. Em dîsa dixwazin bêjin ku hûn her çiqas jinan bigirin û binçav bikin jî dê dîsa ew jinên ku gava derketin dê xebatên xwe berdewam bikin û dê li qadan bibin. Xweparastina me ya herî mezin têkoşîn û rêxistinbûna me ye. Dîsa em ji bo parastina deskeftiyên xwe, ji bo Peymana Stenbolê û ji bo êrîşên li ser jinê em ê têbikoşin û dê li qadan bibin.”   ‘Em ê têkoşînê mezin bikin’   Sumeyye Kîrîcî jî daxuyaniyê xwend û diyar kir ku êrîşên ku li ser têkoşîna jinê tê kirin bi taybet li ser nasnameya jinê û hêz û vîna tevahî jinan tê kirin û wiha got: “Bi van binçavkirinan dixwazin têkoşîn û rêxistinbûna jinan asteng bikin. Em tu carî ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya jinê paş gav navêjin. Bi van êrîşan dixwazin jin ji têkoşînê qut bikin. Em ê di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.