Komeleya Jinê ya Rosayê: Hûn ê nikaribin me biçewisînin 2021-04-05 15:08:10     AMED - Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya da zanîn ku zext û binçavkirin berdewamiya êrişên li ser jinan e û got dê têkoşîn bidome.    Komeleya Jinê ya Rosayê têkildari biserdegirtina avahiya xwe û binçavkirina 22 jinên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de daxuyanî da. Gelek jinan piştgirî dan daxuyaniya avahiya Komeleya Jinê ya Rosayê hat dayin bûn.    'Em bi hêrs in'   Adalet Kaya diyar kir ku zext û binçavkirin berdewamiya êrişên li ser jinan e  û wiha got:"Zihniyeta Gulîstan Doku nabîne êrişê têkoşîna jinê dike. Em li hember destdirêjiya darazê bi hêrs in. Lê belê hêrsa me wê rêxistinbûyina me mezintir bike. Lê belê ew ê nikaribin me biçewisînin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya jinê bernedin."   Lêgerîna bê parêzer û rêveber   Piştre ji parêzerên komeleyê Elif Tirenç Îpek têkildarî binçavkirinan agahî da. Elîfê da zanîn ku bêyî parêzer û rêveberen komeleyê lêgerîna li komeleyê du saetî dewam kir. Her wiha Elîfê got wan xwestiye xwe bigihêjin biryarên lêgerînê lê belê biryara veşartina dosyayê hatiye dayin û got ew têkildarî hinceta lêpirsînê nebûne xwedî agahî.    'Dest xistin ser belgeyên me'   Elîfê wiha domand:"Dest xistin ser gelek belgeyên me. Me îtiraza xwe anî ziman. Me ji dozger gotibû ew ê denetîm bê kirin lê belê dîsa dest xistin ser belgeyên me."