Li Amedê 22 jin hatin binçavkirin 2021-04-05 11:47:29     AMED - Serê sibehê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û nûçegihana me Berîtan Canozer jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi îdîaya “Di bin navê xebata qanûnî de, cihê xwe di xebata jinan a rêxistinê de girtin, hevdîtinên rêxistinî kirin, meş û civîn li darxistin” derbarê 33 jinan de biryara binçavkirinê da. Bi biryara serdozgeriyê polîsan di saetên sibê de, bi ser Komeleya Jinan a Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê dimîne û gelek navnîşanan de girtin. Piştî lêgerîna di malan de hatin kirin 22 jin hatin binçav kirin.    Navê kesên ku hatine binçavkirin: Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn û Sevîm Bîçîcî, hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zeynep Uren, hevseroka DBP'ê ya bajêr Seval Gulmez, şêwirmenda parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun Gurbet Ozel, nûçegihana me Bêrîtan Canozer, Endama Dayikên Aştiyê Nezahat Teke, endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, hevseroka HDP'ê ya Peyasê ya berê Besîle Narîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg, Şehrîban Zogûrlî û Ruken Bekalp, hevseroka MED-DER’ê Şîlan Kan, endama MYK’a Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Nûrşen Akbal, Sekretera Jinan a berê ya Şaxa Sendîkaya BTS'ê Bahar Karakaş Ulûg, Sevîm Bîçîcî, Nûrşen Akbal, Ayşan Kanuş Zengin û Leyla Akgul jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin.     Hat hînbûn ku endama MYK’a Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok a hat binçavkirin, di hepsa malê de bû. Satiye di hepsa malê de hat binçavkirin.    Polîsan saet 06.00’ê sibehê bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin, derî şikandin  û bêyî ku agahiyê bidin tu rêveberiyeke dest bi lêgerînê kirin. Hat diyarkirin ku polîsan ewil hemû alavên di komeleyê de belav kirine û dûre sererast kirine. Lêgerîna polîsan a li komeleyê hîna jî dewam dike.