Li Mexmûrê koma 55'emîn greva birçîbûnê dewr girt 2021-04-05 10:30:13   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 55’emîn çalakî dewr girt û çalakî di roja 109’an de berdewam dike.     Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Ji bo tevlîbûna pêvajoyê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Îro çalakî ji hêla koma 55'emîn ve dewr hat girt. Çalakî 109 roj in didome.    Li ser navê koma 54’emîn Reqya Çetîn axivî û got: "Roja dayikbûna Rêber Apo ji bo me gelê azadî xwez rojek pir girîng û pîroz e. Ez vê rojê li tevahiya mirovatiyê, gerîlayan, gelê welat parêz û li berxwedêrên zindanan pîroz dikim.”   Çalakiya greva birçîbunê bi dirûşmayên "Bê serok jiyan nabe” û "Bijî Serok Apo” dewr hat girtin.