Çalakiya greva birçîbûnê di roja 130'emîn de ye 2021-04-05 09:09:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 26'emîn di roja 130'emîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 26'emîn di roja 130'emîn de didome.    Li Kampa Lavrîon a Yewnanistanê jî bi armanca piştgirîdayînê greva birçîbûnê ku hatiye destpêkirin di roja 91'î de berdewam dike.