Ji bo 4'ê Nîsanê li Mexmûrê dar hatin çandin 2021-04-05 08:39:43   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Meclîsa Îştarê li baxçeyê dayîka Ûweyş dar hatin çandin.   Bi wesîleya 72'yemîn Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê li bexçeyê dayîka Ûweyş dar hatin çandin.   Di dar çandinê de çalakvan jî cihê xwe girtin. Dayik darên fêkî û gulan çandin, di çandinê de dirûşmeyê “4’ê Nîsanê li Rêber Pîrozbe", "Bijî Rêber Apo" û "Bê serok jiyan na be” hat berzkirin.    Çalakvan Reqya Çetîn ji bo roja 4’ê Nîsanê axivî û got: “Beriya her gotinê ez rojbûna Rêber Apo, rojbûna rêberê rêberan tevahî mirovên xwedî wijdan, ehlaq, gerîllayên serê çiya û berxwedêrên girtîgehan pîroz dikim. Rêber APO ji bo tevahî cîhanê fikrekê nû ye, wîjdane, mezinbûyînê. Bi dayikbûyîna Rêber Apo cardin her tişt zindîbû, însanetî cardin zindî bû, ehlaq û jin jî ji nû de dayik bû. Zayîna Rêber APO, zayîna jin e. Pêwîste em weke Gelê Kurd xwedî li Serokatiya xwe derkevin. Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku ev pêngava hatiye destpêkirin 'Dem dema azadiyê ye' bi têkoşîn û berxwedanê re em bigihînin azadiya Rêber APO ya fizikî, ji ber ew dem hatiye.”