Li Amedê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin 2021-04-04 16:13:30   AMED - Bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek deverên Amedê welatiyan 72 dar çandin.   Her sal ji boneya salvegera ji dayîkbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek deveran dar tên çandin û rojbûna Abdullah Ocalan tê pîrozkirin. Îsal jî li gelek deverên heremê gelê kurd ji bo pîrozbahiyê 72 dar çandin.   Li Amedê jî bi wesîleya rojbûna Abdullah Ocalan li gelek deverên Amedê welatiyan 72 dar çandin. Gelek welatî beşdarî bûn û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin.