Li Şirnexê bi münasebeta 4'ê Nîsanê 72 dar hatin çandin 2021-04-04 14:54:59 ŞIRNEX- Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 72 dar çandin.     Li taxa Mişulê ya girêdayî Şirnexê di pêşengiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, bi tevlîbûna Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, Meclisa Dayîkên Aşitiyê û aktîvîstên TJA'yê bi boneya 72’emîn rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan 72 dar hatin çandin.    Pêşiya dar çandinê parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş axivî. Hasan, bal kişand ser girîngiya 4'ê Nîsanê û wiha got:" 4''ê Nîsanê ji bo Gelê Kurd rojeke girîng û bi wate ye. Bi miyonan Gelê Kurd birêz Ocalan weke Rêberê xwe qebûl kiriye. Ev roj roja vejînê ye. Ji bo wê em dibêjin  keda herî pîroz parastina xwezayê ye û xurtkirina wê ye. Ji  ber girîngiya vê rojê  em 72 daran diçînin. Em hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya azadî û aşitiyê û bibe bingeha demokrasiyê."   Piştî axaftinan li ber sitran û bi gerandina govendê  72 dar hatin çandin.