Li Mêrdînê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin 2021-04-04 13:55:49   MÊRDÎN - Bi wesîleya roubûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan HDP’ê li Mêrdînê 72 dar çandin.   Bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Artukliya Mêrdînê, şandeya ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , Tevgera Jinên Azad (TJA),  Meclîsa  Ciwanan a HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê pêktê ji bo çandina daran kom bûn. Şandeyê ji bo 72 yemîn salvegera rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 72 dar çandin.   Herwiha li gund û navçeyên mêrdînê jî welatiyan bi awayê cûr bi cûr pîrozbahî kirin.