Nobeta 'edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 27'emîn de ye 2021-04-04 12:41:57   RIHA - Nobeta 'edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 27'emîn de dewam dike.    Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz di 14'ê hezîrana 2018'an de dema eznaf ziyaret dikirin, li dikana Heci Esvet Şenyaşar êrîşî wî û lawê wî kiribûn. Di êrîşê de bav û 2 law kuştin û 2 law jî birîndar kirin. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar girtin. Nobeta 'edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 27'emîn de dewam dike.    Emine Şenyaşar, ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê îro beşdarî çalakiyê nebû.