TJA:Birêz Ocalan berxwedana xwe ya birûmet didomîne 2021-04-04 11:26:09   AMED - TJA'yê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got:"Birêz Ocalan berxwedana xwe ya bi rûmet didomîne."   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Bi hêviya ku di sibêrojên azad de, bi tilîliyên jinên ku rojê diwelidînin, girtina govendan werin jiyandin. Careke din baş e ku tu çêbûyî, baş e ku tu heyî."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Birêz Abdullah Ocalan, wek ewladê neteweyekî ku tê xwestin di bin mêtingeriyê de were tunekirin ji dayîk dibe, tevahiya jiyana xwe fedayî têkoşînkirina li hember bişavtin, qetilkirin û tunebûnê dike. Zanayê ku wek zarokê bavekî hestiyar ku bi cotkariyê mijûl dibe û dayikek bi xisleta dayîk jina civaka xwezayî hat cîhanê, her ku mezin bû behreyên xwe yên ku gerdûnê dahine pê bi raperînên xwe yên li hember desthilatiyan re digihîne hev. Wek zanayê gelekî ku welatê wan hatiye çarparîkirin, zimanê wan hatiye qedexekirin û bi înkarkirina hebûna wan dûrxistina wan a ji koka wan tê xwestin têkoşîna azadiyê bênavber didomîne û bi lêgerîna heqîqetê îlhambûniya xwe ya ji her beşa civakê re didomîne. Felsefeya xwe ya heyînê ku di kesayeta xwe de derxistiye holê dibe roja bi milyonan mirovan, dibe roja jin û mêran, a zarok û extiyaran, a kedkaran. Birêz Abdullah Ocalan, li hember netewdewletê ku di pergala hegemonîk a navenda modernîteya kapîtalîst de cih digre derketiye, li hember hişmendiyên desthilatparêz azadî û jiyana ekolojîk bingeh girtiye, derfetên jiyîna gelan a digel hev û di nav wekheviyê de daye xuyandin û jiyanbarîkirin. Zana, ji ferdbûniyê der ketiye, veguheriye felsefeyek û lêgerîna heqîqetekê. Di nav ên ku di felsefeya wî de rastiya xwe ya gelbûniyê dibînin de jinan jî derfetên keşfkirina nasnameya xwe ya resen bi dest xistine. Zanayê ku diyar dike ku rastiya jina azad dê bingeha jiyana azad pêk bîne, tevahiya sîstematîka ramanê û pratîka jiyanê ji ser vê felsefeyê dihonîne.    Bingehgirtina etîk û bedewkariyê didomîne   Birêz Abdullah Ocalan, daye diyarkirin ku heta pirsgirêka jinê çareser nebe tu pirsgirêkek çareser nabe û jin vexwendine ji bo birêxistinbûna xweser a azad û xwedîderketina li hebûna xwe. Jinên ku ji wê rojê ve di çalakiya têkoşîna azadiya gelekî de bûne pêşeng êdî ne tenê di qadên çalakiyan de; di binyata malbatên feodal de, di siyasetê de, li cihê kar û di her qada jiyanê de bûne pêşengên têkoşîna bi hişmendiya mêrê serdest re. Encamderxistina "Heta azadiya jinê nebe azadiya civakê nabe" ku Birêz Abdullah Ocalan, ji tecrubeyên xwe yên jiyanê wek teorîkî bi pêş xistiye di sedsala 21'ê de di hemû qadên civakî, jiyanî ramanî, saziyî û çalakiyî de vedugehere destkeftinan. Jinên ku êdî bindestiya mêrî, jinbûniya kevnare û jiyana bi kolewarî red dikin mezinkirina birêxistinbûyînê, firehkirina têkoşînê û veguherandina wê ya bi destkeftinan, di nav şerê xwe de bingehgirtina etîk û bedewkariyê didomîne.   Birêz Ocalan berxwedana xwe ya birûmet didomîne   Jinên ku xwediyê destkeftiyên femînîzmê ne bi reseniyên xwe yên cihkî ji tecrûbeyên xwe bi rê ketine û pêşniyaza zanista jinê pêşkêş dikin, hebûna Zanayî wek hebûna xwe, dîlîtiya wî wek dîlîtiya xwe, azadiya wî wek azadiya xwe dibînin. Birêz Abdullah Ocalan  di encama komployek navneteweyî de bi îşkenceyên hovane û reşkirinên mezin hatiye dîlgirtin. Zanayê ku nêzê çaryeka sedsalê ye li odeyek tengokî ya giravek dêwesa ya ji mirovan xalîkirî dûçarê tecrîta nedîtî ya dîrokê tê hiştin, berxwedana xwe ya birûmet ku li dîrokê kêm tê dîtin didomîne. Di serî de ji bo jinên ku ketine rêya jiyana azad ji bo her beşa ku ji felsefe û doktrîna wî ya jiyanê bawer dikin azadiya wî tê wateya dawîlêhatina şer, qedîna xizaniyê, bi wekhevî bi hev re jiyîna gelan û harmoniya rikibîna mirovan a bi xwezayê re. Rojbûna te pîroz be mirovê zanyar. Roja ku tu çê bûyî ji gerdûn û gelan re pîroz be, baş e ku dîroka mirovahiyê şahidiyê ji çîroka bênavberî ya berxwedana birûmet û divê çawa bê jiyîn re dike. Bi hêviya ku di sibêrojên azad de, bi tilîliyên jinên ku rojê diwelidînin, girtina govendan werin jiyandin careke din baş e ku tu çê bûyî , baş e ku tu heyî."