Ji bo 4'ê Nîsanê li Şengalê dar hatin çandin 2021-04-04 11:12:09   ŞENGAL-Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dar çand.    Endamên Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Çiyayê Çilmêra, Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan û Şêbilqasim dar çandin. Jinên dar çandin gotin:"Ji ber Rêberê me ji xwezayê hez dike em jî her sal ji bo Rêberê xwe dar diçînin. Bi vê şêwazê xwezaya Şengalê ji nû de şîn dibe."   'Em ê her li ser doza wî bin'   Bêrivan Cindî di derbarê rojbûna Abdullah Ocalan de wiha got:"Em di serî de Rojbûna Rêberê xwe li tevahî gelan û li jinan pîroz dikin. Îro me ji bo rojbûna Rêberê xwe li Çiyayê Çilmêra, Şehîdgehê û Şebil Qasim dar çand. Rêberê me gelek giringî dide xwezayê em bi xwe jî dar û gulan weke xemla jiyanê dibînin ji bo çiya û cihên me yên pîroz hîn bedewtir bibin em jî bi munasebeta 4’ê Nisanê roja rojbûna Rêberê xwe me xwest em Şengala xwe bixemilînin. Em her sal rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin. Dibe Rêberê me ne li gel me be lê fikir û ramanên wî bi me re ye. Em weke ciwan bi fikir û ramanê Rêberê  xwe, xwe perwerde dikin. Em ê her li ser doza wî bin."