Jin ji bo pêkhatina Peymana Stenbolê banga têkoşînê dikin 2021-04-04 09:05:33   Melîke Aydin    ÎZMÎR -Jinan bal kişandin ser kuştinên jinan ên piştî feshkirina Peymana Stenbolê zêde bûne û diyar kirin ku kujeran ji feshkirina peymanê cesaret girtine û banga têkoşîna hevpar li jinan kirin.   Peymana Stenbolê di nîvê şevê de bi biryarnameya serokkomariyê di 20’ê Adarê de hat feshkirin û di 23’yê Adarê de yanî di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Jina bi navê Sezen Unlu ya li Îzmîrê ji aliyê Anil Yolum ve rastî tecawizê hat û lê hat ferzkirin ku bi mehra olî bizewice û 5 mehî ducanî bû hat qetilkirin. Jinan diyar kirin ku piştî feshkirina peymanê kuştinên jinan zêde bûne û got ew feshkirina peymanê qebûl nakin û ji bo pêkhatina peymanê wê bi hev re têbikoşin.   Jiyana jinan di bin rîskê de ye   Karkera paqijiyê Şadiye Gundogan: Peymana Stenbolê mafekî hatiye qezenckirinê ye. Em ê destûrê nedin ku ev maf ji destên jinan bê girtin. Di alî mafê jinan de pêngavek mezin hatibû avêtin. Li pişt jinên rastî tecawizê hatibûn, li pişt jinên karê wan ji dest hatibûn girtin bû. Jinan bi vê peymanê dikaribûn mafên xwe zûtir bi dest bixin. Lê niha ev ket rîskê. Ger ku peyman baş pêk bihata wê mêran evqas cesaret negirtiba. Ji roja peyman hat feshkirin şûnde di rojekê de 6 jin hatin qetilirin. Xuyaye ku kujer dibêjin ‘ez bikujim ez ê cezayekî biçûk bigirim û derkevim. Ev cesaretê dide mêran.Herî dawî jina 5 meh ducanî hat qetilkirin.   Jin naxwazin bên tecrîdkirin   Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Hayat Îzgî:Hikûmet ji kuştinên jinan berpirs e. Rakirina peymanê wê encamên neyînî derxîne holê. Li taxa Gultepe ya Îzmîrê jina ku rastî şîdetê hat serî li polîs dide û polîs dibêje ‘ew hevjînê te ye, pirsgirêka nav malê ye’ û şûnde şand. Ez bûm şahidê vê. Min ji polîs re got ‘qey hûn dixwazin jin bê kuştin’. Hikûmeta AKP’ê naxwaze jin ne di malbatê de ne jî di civakê de li ser piyan bisekine. Dixwaze şîdeta li ser jinan bidome. Wezîrekî got ji ber jin li malê rûnanin mêr betal in. Got ‘derketina jinan a derve guneh e’. Di bin navê ol de jinan tecrîd dikin lê çawa ku ax pîroz e jin jî pîroz in. Zarok neçarî îmam xetîban kirin. Hewl didin nifşekî oldar û kîndar biafirînin. Cemaat afirandin. Çima? ji bo ku jinan tecrîd bikin.   Divê têkoşîn bê dayîn   Dewletê barîkat li ber berxwedana jinan ava kiriye. Ji ber ku jin bibin xwedî hişmend wê civak jî bibe xwedî hişmend. Vê baş dizane. Jinekê telefonî min kir û got ‘Peyman rabû û tiştek di destên me de nema.’ Sala borî 300 jin hatin qetilkirin. Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Ev qirkirina zayendê ye. Zarokên me wê di pêşerojê de bi rehetî li kolanan negerin. Divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn.   Kujer ji feshkirina peymanê cesaretê digirin   Xwendekar Denîz Anur:Biryar dijhiqûqî ye. Piştî 20’ê Adarê di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku mêra ji feshkirinê cesaret girtine. Em mafê xwe yê herî xwezayî jiyaneke wekhev û azad dixwazin. Em ê ji bo pêkhatina peymanê têbikoşin. Kujerên jinan ji serokkomarê ku peyman fesh kiriye cesaretê digire. Em naxwazin li kolanê bên qetilkirin, rastî mobîngê bên û li dibistanê bên tacîzkirin. Ger peyman û qanûna 6284 pêk bihata wê Ayşe Tugba Aslan nehatiba qetilkirin. 23 caran serlêdana sûc kiriye. Sezen Unlu, Şule Çet, Pinar Gultekîn…Kujerên van jinan cesaret ji fetvayên serdestiya mêr girtin.   LGBTÎ zêdetir hedef tên girtin   Ji Komeleya Genç LGBTÎ Ecem Payçu: Peyman ji bo hemû kesên rastî newekheviyê dihatin ewlehiyê pêk dianî. Bi feshkirina peymanê wê LGBTÎ zêdetir bibin hedef. Her tim bin ahlaqê xêz kirin û LGBTÎ hedef nîşan dan. Wek tiştekî bi xof nîşan dan. Her tim rastî gotinên nefretê hatin. LGBTÎ tu car ewlehiya wan tunebû. Bi vekişîna peymanê re jiyana wan zêdetir ket bin xetereyê.”