'Em alîkariyê ji Şaredariya Mêrdînê naxwazin, ev peywira wan e' 2021-04-04 09:02:01   Medya Uren   MÊRDÎN - Adîle Zengîn a ku ji 4 salan zêdetir in li gund jiyanek nû ava kiriye, bi hinceta ku avahiya wan dûrî rê ye ji aliyê Şaredariya  Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bê av tê hiştin. Adîleyê dibêje kêm mirov terka bajêr dikin û tên ajalan xwedî dikin her wiha çandiniyê dikin lê belê yên tên jî piştgirî ji bo nayê kirin.   Adîle Zengîn û hevjînê xwe piştî ku demek dirêj li bajaran jiyan xwestin vegerin gund û li vir çandiniyê bikin û ajalan xwedî bikin. Adîle û hevjînê xwe ji şênkayî heta lawirên xwe amade kariya her tiştî dikin. Lê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve ew bê av tên hiştin. Ajalên wan bê av dimînin. Ji ber bêavbûnê şêhkayî jî hişk dibe. Em li Adîle Zengîn guhdar bikin ka rexmê dehan serlêdanan çawa bê av dimîne.   Bi salan e bê av in   Adîle Zengîn (50) beriya ku li gundê xwe bi cih bibe li gelek metropolan dijî. Bi taybet jî ji ber gefên dewletê koçberê Ewropayê dikin. Piştî temenekî şûnde dixwazin li ser axa xwe bijîn. Li gorî vê  3 donim erd distînin. Xaniyekî biçûk, cihê xwedîkirina ajalan û cihek ji bo çandiniyê hatiye veqetandin çêkirin. Ji xeynî pirsgirêka avê her tişt bi dilê wan bû. Bi rojan, bi mehan û salan daxwaza avê dikin. Şaredarî wan dişîne Mudurditiya Giştî ya Îdareya Qenalîsazyonê û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSU), MARSU jî wan dişîne şaredariyê. Salên wan wisa derbas dibin.   Ji bo ajalvanî û çandiniyê av tiştê herî girîng e. Bêavî ji bo Adîle û hevjînê wê dibe sedema pirsgirêkên mezin. Bi salan ajalên wan ji ber kêmaviyê telef dibin û şînkahiya wan hişk dibe. Gelek cureyên ku çandine ji ber bêaviyê hişk dibin. Adîlê û hevjînê xwe hatine wê rewşê ku ajalên xwe bifiroşin. Bi salane hewara wan a ji bo alîkariyê bê bersiv dimîne.   ‘Min qet encam negirt’   Adîleyê wiha dest bi axaftinê kir: “Tu cîh nabin warê mirov. Ez û hevjînê xwe jî em ji Qoserê ne. Me xwest ji bo jiyanek li ser axa xwe em biborînin me li vir erd girt û bingeha ajalvanî û çandinêyê avêt. Bê guman mesrefên me pir çêbûn lê heta wir jî her tişt asayî bû. Heta ku em pirsgirêka avê jiya. Bifikitin di navbera çend rojan de şînkahiya me çandine hişk bû. Jiyan li gel me asê ma. Me rica kir, me daxwaz kir, me xwe hêrs kir û me av xwest. Lê bi tu şêweyî me encam negirt.”   'Em hatin  mexdûrkirin'   Adîleyê da zanîn ku av heta mizgeftê diçe lê tevî ku mizgehft çend gavan ji wan dûr e jî av naçe ser wan û wiha dewam kir: "Xaniyê me çend gav ji mizgeftê dûr e, av heta mizgeftê tê lê nagihêje me. MARSU bi şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê re dixebite. Lê her cara ku em serî lê didin ew me diavêje ser serê yê din. Guh jî nadin me. Lê li vir malbatek tê mexdûrkirin. Ajal û şênkayî zirarê dibînin.”   'Heta niha me tu xizmet nedît'   Adîleyê anî ziman ya ku ew dixwazin tenê jiyanek xwezayî ya li ser xaka xwe bû û wiha domand:" Lê destûrê nadin vê yekê. Em alîkariyê naxwazin. Ev erka wan e û divê bikin. Sedema ku min ji nedîtî ve tên çi ye gelo? Xizmeta ku şaredarî ji welatiyan re dike tune ye. Heta niha me xizmetek jî nedîtiye. Her tim yên ku zirarê didin ew in.”