ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê 2021-04-04 09:01:15   * Adîle Zengîn a ku ji 4 salan zêdetir in li gund jiyanek nû ava kiriye, bi hinceta ku avahiya wan dûrî rê ye ji aliyê Şaredariya  Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bê av tê hiştin. Adîleyê dibêje kêm mirov terka bajêr dikin û tên ajalan xwedî dikin her wiha çandiniyê dikin lê belê yên tên jî piştgirî ji bo nayê kirin. DÎMEN HEYE   *Jinên HDP’î diyar kirin ku partiya wan partiya jinê ye û doza girtina HDP’ê wek ‘darbeya li dijî destkeftiyên jinê’ nirxandin. DÎMEN HEYE   *Jinan bal kişandin ser kuştinên jinan ên piştî feshkirina Peymana Stenbolê zêde bûne û diyar kirin ku kujeran ji feshkirina peymanê cesaret girtine û banga têkoşîna hevpar li jinan kirin. DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweş Şîvekar, derbarê hevdîtina telefonê ya 4 deqeyan ku Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anî û piştre hat qûtkirin de, nirxandin kir û got:  "Êdî em girtî dernakevin hevdîtinan û hevdîtinên telefonan jî. Her wiha dê greva birçîbûnê jî bidomînin." BI DÎMEN    *Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Pakîstan Bîlen rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got:"Em di wê baweriyê de ne ku dê 4'ê Nîsanê bibe roja serkeftin û azadiya gelê kurd."BI DÎMEN    *Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê pîrozbahiyê bike. (13.00)