Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin 2021-04-03 15:48:59     ŞIRNEX - Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçe û bajarê Şirnexê hat pîrozkirin. Li hinek navçeyan jî dar hatin çandin.    Li Gundê Rubarê yê Cizîra Şirnexê rêxistina HDP'ê bi beşdariya parlamenter Nûran Îmir û Dayikên Aştiyê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.    Nûran Îmir a di çalakiya bi çandina daran dest pê kir de axivî wiha got:"Kurd bi fikrên Ocalan ji nû de zindî bûn. Hebûna gelê kurd bi Birêz Ocalan bi wate bû. Fikrên Birêz Ocalan pêşengiya têkoşîna enternasyonalîst dike. Divê tecrîda giran bi dawî bibe. "   Nûranê piştî axaftinê dar çand û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir.    Li Hezex û Silopiyê jî bi pastayên hatin birîn 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin.