Emîne Şenyaşar: Wîcdanê dewlet û polîsan tune ye 2021-04-03 10:22:01     RIHA - Emîne Şenyaşar bertek nîşanî birîna cezayê 37 sal û 9 mehî ya li lawê wê Fadil Şenyaşar da û got biryara hatiye dayin li derveyî edaletê ye. Emîneyê got:"Dadgeh bi vê biryarê dixwaze Fadil li girtîgehê bikuje. Wîcdanê dewlet û polîsan tune ye."   Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24'ê Hezîrana 2018'an de berî hilbijartinên giştî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êriş kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil Şenyaşar bi tevahî 4 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.    Do di rûniştina doza li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletê hatibû destpêkirin de biryar hat dayin. Heyeta dadgehê 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar ê du bira û bavê wî hat kuştin û ew jî bi birîndarî xistin girtîgehê, birî. Her wiha 18 sal ceza li Enver Yildiz hat birîn. Biryara berdewamiya girtiya herdu bersûcan hat dayin.    Emîne Şenyaşar a hevjî û du kurê wê hat kuştin têkildarî biryara dadgehê daye axivî.    'Wîcdanê dewlet û polîsan tune ye'   Emîne Şenyaşar bi gotina "Qey ne bes e ji tiştên we aniye serê me" bertek nîşanî biryarê da û wiha domand:"Me tenê edalet xwest lê belê dewletê ev yek bi cih neanî. Polîsan kurê min Ferît li erdê kaş kirin dema lawê min ji hêrsa beecî jî piîn bi wî dadan. Wîcdanê dewlet û polîsan tune ye. Em ji bo daxwaza edaletê çûn ber edliyeyê. Lê belê ew me dişopînin û êrişî me dikin. Ji bo rastî derkevin loma ez li ber edliyeyê rûdinêm. Nêzî 40 salî ceza dane lawê min. Malbata min belav kirin. Kanî dewletê hemû rastî eşkere bikira? Çima hûn wan qedan vedişêrin û hûn gunehkar dibin û piştre jî hûn ceza didin kurê min. Hemû kes rastiyê dizane. Ew ê li dinya wî alî destên min li ser we be."   'Dixwazin Ferît jî bikujin'   Emîneyê diyar kir ku sûcê lawê wê Fadil tune ye û aliyê hember komkujî kiriye û got ew li hember vê zilmê êdî nikarin îdare bikin loma ew ê cihê lê dijî terk bike û wiha domand:"Ev edalet, zilim û dewleteke çawa ye? Ev nêzî mehekê ye ez ji bo edaletê rûdinêm. Lê polîs her dem êrişî me dikin û me dikin bin çavan. Li lawê min dan li erdê piîn bi wî dadan. Dixwazin wî jî bikujin. Me çi kir ku ev vê yekê heq bikin. Em tenê li edaletê geriyan. Polîs çima vê yekê li me dike. Bila ji Xwedayê xwe bibînin."   Dema me roportaj digirt televizyon vekiribû û nûçeya têkildarî biryara dadgehê hat weşandin. Wê demê hêsirên Emîneyê hatin xwarê. Emîneyê bi van gotinan qêriya "Xwedayo tu vê zilmê dibînî?"   'Edalet li ku ye?'   Emîneyê da zanîn ku kesên zarokên wê kuştine ji DAÎŞ'ê xirabtir in û wiha got:"Lawê min Fadil bi birîndarî xistin hepsê. Me piştî bûyerê yên birîndar bûbûn veşartin. Ger me wiha nekira wê ew jî bikuştana. Lê belê dadgeh bi vê biryara daye dixwaze Fadil jî li hundur bikuje. Bila Xwedê heqê me nehêle. Çima qeydan vedişêrin. Tenê zilmê li me dikin. Mirov nikare li vî welatî bijî. Vir ne welatekî mirov lê bijî. Ev dewleta ne dewleteke rastiya eşkere dikeye. Kujer diyar in lê hîn jî tên veşartin. Yên ev yek li me kirin bila ya xerabtir bê serê wan. Em biçim ku derê jî polîs her li dû me ne. Lawê min çi kir? Edalet li ku ye?"   'Her roj me dişopînin'   Emîneyê da zanîn ku her tişt eşkere ye lê belê ceza li wan hatiye birîn û wiha domand:"Berê jî ji ber şîşeyek ev du kes kuştin. Em li dereke ji edliyeyê dûr rûniştin lê belê destûr nedan vê yekê jî. Her roj me dişopînin. Hemû tişt li ber çavan e. Dixwazi her yekî li derekê bikujin."