‘Divê li dijî rejîma yekmêrî demildest yekitî pêk were’ 2021-04-03 09:08:51   Melîke Aydin   MUGLA - Jinan diyar kirin ku HDP’ê bi modela hevserokatiyê ji bo jinan cihekî girîng di siyasetê de vekiriye û bang kirin ku divê li dijî rejîma yek mêrî ya teokratîk demildest di rêgezên demokratîk de yekitî pêk bê.   Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê û daxwaza qedexeya siyasetê ya ji bo 687 kesî didomin. Jinên ji saziyên cuda diyar kirin ku hewl tê dayîn ku rejîma yek mêrî ya teokratîk bikeve jiyanê û got divê demildest têkoşîneke hevpar bê hûnandin. Her wiha jinan da zanîn ku feshkirina peymanê jî nîşaneya hedefgirtina jinan e.   'Armanca wan ev e ku mafan tune bihesibînin'   Ji Komeleya Jinan a Bodrumê Fîgan Erozan da zanîn ku HDP’ê bi pergala hevserokatî û fermuarê di qada siyasetê de cihekî girîng ji jinan re vekiriye û got: "Jin di HDP’ê de cih digirin û bi awayekî xurt tevlî siyasetê dibin. HDP ne tenê partiyeke ji bo kurdan e. HDP ji sedî 13 deng girt. Ev beşa dengan jî piranî bi têkoşîna jinan hat girtin. Ji ber vê jî dixwazin di şexsê HDP’ê de pêşî li siyaseta jinan jî bigirin. Her wiha betalkirina Peymana Stenbolê jî ne tesaduf e. Armanca wan ev e ku mafan tune bihesibînin. Lê bi vê nikarin tune bikin.”   Gotina tevgerên jinan di nûneriya wekhev de cih girt   Fîganê her wiha daxuyakirin ku di dîroka Tirkiyeyê ya ku bi darbeyan tije ye de, her tim jin di avabûna yekîtiya hêzê de bi ser ketine û ev tişt vegot: “Bi girtina HDP’ê wê têkoşîn neqede. Em ê dest ji gotina welatiyên wekhev welatiyên azad bernedin. Wê tenê alavên têkoşînê biguherin. Em bêhêvitiyê qebûl nakin. Dema HDP hat avakirin komên qet nehatibûn gel hev, hatin gel hev. Femînîst hatin gel hev. Gotina tevgera jinan di nûneriya wekhev de cih girt. Ji bo 600 kesî daxwaza qedexeya siyasî tê kirin. Ev nayê wateya ku ev kes wê siyasetê nekin. Ew jin piştî têkoşîna kolanê çûn parlamentoyê. Yanî wan jinan gotina me birin parlamentoyê. Niha dixwazin pêşî lê bigirin û kar zehmet bikin. Gelo welatiyên vê diparêzin wê dest jê berdin? Pergala hevserokatiya HDP’ê bandor li hemû siyasetê kiriye. Serokên CHP’ê jî hatin asta ku vê pergalê diparêzin. Em jin doza girtinê qebûl nakin. Em ji qadan naçin. HDP bê girtin jî em piştgiriyê didin polîtîkayên wê. Ji bilî vê rêbaza me tune ye.”   ‘Divê partiyên siyasî bikaribin bên gel hev’   Ji însiyatîfa Welatî û Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê Zeynep Akinci jî diyar kir ku feshkirina peymanê nayê wateya ku jin dest ji her tiştî berdidin û got AKP’ê di kongreya xwe de peymanên weke ku ji bo rejîma xwe ya teokratîk bike jiyanê wê di Destura Bingehîn de guherînan bike, daye û wiha pê de çû: “AKP ji ber vê berê xwe daye muxalefetê. Ji ber vê jî divê hemû partî dengê hevpar derxînin. Me ew hilbijartine lê daxwaza me ya hevpar ev e. Divê bikaribin ku bibin yek. Divê partî li dora rêgezên demokratîk bên gel hev. Partiyeke ku dengê mîlyonan girtiye nikare bê girtin. Weke din çare nîne, divê em bên gel hev.”   ‘Gelo li bende çi ne?’   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelek aşkera ye ku rejîma teokratîk a tê xwestin bê avakirin, jinan wê bike bin lepê xwe û wiha dawî lê anî: “Jina siyasetmedar ji ber twîtt avêt bi 7 salan tê darizandin. Gelek jinên HDP’î girtî ne. Di partiyên din de jî yên devê xwe vedikin ya xayîn in an jî terorîst in. Ez wek siyasiyan tespît nakim, dibêjim ku divê tevger hebe. Divê em ligel hev cih bigirin. Gelo li bende çi ne?”   ‘Hebûna jinên HDP’ê desthilatdarî tirsand’   Ji Ekmek ve Gul a Bodrumê Zehra Sormageç jî diyar kir ku piştî doza girtina HDP’ê şûnde Peymana Stenbolê hat feshkirin û got ev jî nîşan dide ku jin di hedefê de ne û wiha got: “Heta niha di siyasetê de kêm gotinên jinan hebûn. Lê bi HDP’ê re jinan di siyasetê de gotinên xwe anîn ziman û vê jî rejîma yek mêrî tirsandiye. Desthilatdariyê li ser vê êrîş zêde kiriye. Ji ber vê jî li dijî êrîşên topyekun divê têkoşîna topyekun hebe.”   Divê jin dengê xwe bilind bikin   Seroka Egîtîm Senê ya Bodrumê Yuksel Okyay jî ev tişt anî ziman: “HDP li dijî hemû pirsgirêka gotina wê heye. Nûneriya wekhev pêk aniye û ji ber vê desthilatdarî ji jinan tirsiyaye. Li cihekî têkoşîna jinan hebe li wir azadî heye. Naxwazin jin mafan bi dest bixin. Ligel vê yên hatine qezenckirin jî dixwazin xesp bikin. Ji ber vê divê jin di vê mijarê de dengê xwe bilind bikin.