'Em biryara yek kesî ku nîvê şevê daye nas nakin' 2021-04-03 09:07:45     Sena Dolar   STENBOL - Peymana Stenbolê bi biryarnameya Serokkomariyê hatibû feshkirin û jinên li dijî vê bertek û çalakiyên xwe didomînin wiha gotin: “Em li ku derê biryara fehskirina peymanê ne? Em biryara yek kesî ku nîvê şevê daye  nas nakin. Em ê her tim li kolanan bin.”   Desthilatdariya AKP-MHP’ê li polîtîkayên xwe yên dijminê jinê yek din zêde kir û Peyaman Stenbolê ya ku bi salan bû hedef girtibûn bi biryarnameyekê fesh kirin. Jinên ku berê jî bi hev re bersiv dan pêkanînên weke otobusên pembe, zanîngeha jinan, li dijî feshkirina Peymana Stenbolê jî bi rojane li kolanan dibin bersiv. Jinan gotin ‘ne biryara te biryara me’. Tevî ku jin diyar dikin ku ev biryar êrîşa li dijî mafê jin û zarokane jî, wezareta karê hundir û serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, daxuyaniyên weke ku ji biryarê şûnde gavê navêjin dikin.   Heta 1’ê Tîrmehê bê navber çalakî   Bi feshkirina peymanê re qanûna hejmar 6284 a ku Malbatê Diparêze û Pêşî li şîdeta li ser jnan digire jî bû hedefa nîqaşan. Pêvajoya ji bo ragihandina Konseya Ewropayê û vekişîna peymanê heta 1’ê Tîrmehê wê bi dawî be. Jin jî hedef dikin ku heta 1’ê Tîrmehê çalakiyên xwe bidomînin. Ji Pîrebokên Kampusê Gîzem Alîca û ji Mor Sarmaşikê Buşra Kuçuk der barê mijarê de nirxandin kirin.   ‘Polîtîkayeke dijminahiya jinê ye’   Gîzemê daxuyakirin ku ji destpêka pêvajoya pandemiyê de ye li hember peymanê êrîş hebûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariyê Peymana Stenbolê pêk neanî. Zanîngehên Jinan û bi qanûna efûyê berdana gumanbaran, nîşaneya polîtîkaya dijminahiya jinê ye. Feshkirina peymanê jî yek ji polîtîkayên dijminê jinê ye. Têgeha malbatê ji têkiliyên heterosksîst a jin-mêr pêk nayê. Lê malbat kirin hincet û Peyman fesh kirin. Wek alternatîf jî dixwazin Peymana Enqereyê derxînin. Divê ya heyî pêk bînin. Peymana Stenbolê peymanek berfireh e. Ji peymanê vekişîn pirsgirêkek mezin e. Ez bi Peymana Enqereyê bawer nakim. Ger ku pêk bihata wê ya Stenbolê pêk bihata.”   Gîzemê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku li qadan bi hev re têbikoşin û got prastina cewherî pêş dixînin û wê dest ji têkoşînê bernedin.   ‘Gelo em li ku derê vê biryarê ne’   Buşra Kuçuk jî destnîşan kir ku ew feshkirina peymanê red dikin û çalakiyên xwe jî di vê esasê de pêk tînin û got: “Peymana Stenbolê mafê jin, zarok û LGBTÎ’yan diparast. Peymana Stenbolê qadake parastî ji jinan re diafirand. Rakirina peymanê jî tê wateya rakirina parastina jinan. Peyman jinan, zarokan û LGBTÎ’yan dihewîne. Gelo em li ku derê vê biryarê ne? Biryara kesekî ji bo me ne rast e û em vê biryarê nas nakin.”   ‘Ev şerekî li hember jinan hatiye destpêkirin e’   Buşrayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin li kolanan di her şertî de têdikoşin. Ev biryar nîşan dide ku desthilatdarî ji jinan ditirse. Ev biryar şerekî li hember jinan hatiye destpêkirinê ye. Di vê pêvajoya ku peyman hatiye rakirin de wê pergala serdest a mêr hîn xurtir be. Ji ber vê têkoşîna jinan girîng e. Piştî vê peymanê wê dor bê qanûna hejmara 6284. Wê ji bo peymanê li her derê Tirkiyeyê jin têbikoşin. Em jin çiqas xurt û girseyî bin evqas girîng e. Heta biryar bê rakirin em ê li kolanan bin.”