Dayikên Mahsum û Mustafa: 12 sal in ji êşa me tiştek kêm nebû 2021-04-03 09:02:56     RIHA - 12 sal ser qetilkirina Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan ê ku di pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de hatin qetil kirin re derbas bû. Dayikên Mahsum û Mustafa banga pêkanîna edaletê kirin û gotin: "Divê bê zanîn ku em tu carî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernadin û em dixwazin kujer bên darizandin. Her wiha em ê her tim li pey doza zarokên xwe bin."    Kurd ji sala 2004'an heta niha 17 sal in ji bo 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin bi dirûşmeya "Azadiya Rojê" berê xwe didin Amara û "Rêwîtiya Rojê" dikin. Dîsa di 4’ê Nîsan 2009’an de ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehhezaran kes berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfeta Rihayê, lê rastî astengiyên leşker û polîsan hatin. Li ser vê yekê bûyer derketin û 12 sal li ser bûyerê derbas bû. Mirovên ku ji wesayîtên xwe derketin û xwestin di nava zevî û giran de biçin gund, polîsan êrîşî wan kir û di êrîşan 60 kes birîndar bûn.   Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Derbarê kuştina wan de Dozgerê Komarê yê Bêrecûkê lêpirsîna da destpêkirin, lê heya roja îro ji di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye. Dayikên Mahsum û Mustafa hêvî dikin ku rojek edalet pêk bê û kujerên Mahsûn û Mustafa bên darizandin.    'Divê yên ku kurê min qetil kirin bihatina ceza kirin'   Dayika Mahsum, Sultan Karaoglan destnîşan kir ku ev 12 sal in edalet pêk nehatiye û got: "Kurê min zanîngeh dixwend û di beşa xwe ya matematîkê de pir serkeftî bû. Dema Mahsun bi hevalên xwe çûn gundê Amarayê bi êrişa polîsan re rûbirû man. Di encamê de kurê min hat qetilkirin. Derbarê bûyerê de ne lêpirsîn hat destpêkirin ne jî yên ku wî kuştin hatin cezakirin. Her wiha nehat zanîn ku kî kurê min qetil kiriye. Ji bo lêpirsîn bê destpêkirin me gelek caran serî li dozgeriyê da lê hertim serlêdanên min bê bersiv man. Divê yên ku kurê min qetil kirin bihatina cezakirin. Lawê min tiştek nekiribû, bêsûc bû lê bûn sedema kuştina kurê min."   '12 sal in ji êşa me tiştek kêm nebû'   Sultan anî ziman ku êşa wê hê jî nû ye û wiha bilêv kir: “Wekî ku li ser mirina wî 12 sal derbas nebûye hîs dikim. Ez hêj jî heman rojê dijîm, kezeba min dişewite. Ev êş ji bo min pir giran e. Wisa giran e ku êdî nikarim rakim. Qene sûcdar bihatina ceza kirin hinek dê wijdana min rehet bibûya. Çi heqê wan hebû ku wî qetil bikin. Dewlet wekî Mahsûmê min gelek ciwan qetil kir. Hê jî qetil dike, digire û îşkence li wan dike. Ew ê heta kengê wiha berdewam bibe. Em zext û zordariya dewletê qebûl nakin. Zarokên me vê zilmê heq nakin. Em dixwazin zarokên me li ser vê welatê bi awayekî azad bijîn.”   'Mahsum girêdayî têkoşîna azadiya kurd bû'   Sultan diyar kir ku Mahsum girêdayî têkoşîna azadiya kurdan bû û li dijî zilm û neheqiyê têdikoşiya û got: “Mahsum lawê min a herî biçûk bû. Hemû kes jê gelek hez dikir. Têkiliya wî bi mirovan re pir baş bû. Ji bo malbatê pir bi hestiyar bû û gelek qîmet dida malbata xwe. Me hemû jê gelek hez dikir. Carinan dibêjim gelo qey me zêde jê hez kir ku ewqas zû ji nava me çû. Gava zarok bû jî pir zîrek bû. Hem diçû dibistanê hem jî dixebitî.”   'Em dev ji vê têkoşînê bernadin'   Sultan Rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku dê heta dawiyê di rêya wê têkoşînê de bimeşin û wiha axivî: "Kurê min di rojbûna Serok Apo de jiyana xwe ji dest da. Me gelek bedelan daye û em dev ji vê têkoşînê bernadin. Em her sal dixwazin  biçin Amarayê û rojbûna serokê xwe pîroz bikin. Em ê di rêya şehîdên xwe de berdewam bikin. Em ê ji bo gelê xwe dê heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê têbikoşin. Ji ber ku em di têkoşîna xwe de mafdar in. Silavên xwe dişinim ji hemû dayikên şehîdan re. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em ê li pey doza bin."    Sultan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin serokê me azad be. Bila parezêr û malbata xwe bibîne. Li cîhanê edalet û hiqûqeke bi vî awayî tune. 22 sal in di bin tecrîdê de ye. Bila ev tecrîd ji holê rabe."    'Di dilê Mistafayê de eşqa azadiyê deng veda'   Dayika Mustafa Dag, Naîme Dag jî diyar kir ku dewlet ji xeynî zilmê tiştek din neda ye wan û wiha berdewam kir: “Kurê min zewicandî bû, 2 zarok li pey wî man. Di dilê Mistefayê de eşqa azadiyê deng veda. Her tim ji bo ku ev zilm li ser me rabe di nav hewildanek de bû. Lê kurê min di rêya Amarayê de hat qetîlkirin. Bîlasebeb bûn kuştina kurê min. Bi kuştinê çi ket destê wan? Ji xeynî girîna dayikan. Kezeba min şewitandin. Ez êdî pir westiya me. Min êş kişand bila tu dayik nekişîne.”   Naîme anî ziman ku ew 12 sal in nikare bi dilekî rehet serê xwe dayîne ser balîfê û got: "Me tiştên hêsan nejiya û hê jî kiryarên kurê min nehatin cezakirin û li derve digerin. Neviyên min bê bav man. Min dixwest Mustafa mezinbûna zarokên xwe bidîta. Navbera Mustafa û hevalên wî pir baş bû loma ez dibêjim bila serê hemû hevalên wî sax be."