CFWIJ'ê ji bo rojnamegerên hatin tehliyekirin daxuyanî da 2021-04-02 17:04:52     CFWIJ'ê ji bo rojnamegerên hatin tehliyekirin daxuyanî da   ENQERE - CFWIJ'ê ji bo rojnamegerên ji ber nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin çêkirin û hatin girtin piştre hatin tehliyekirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin divê nûçeyên ku rojnameger çêdikin ji bo wan nebe sedema sûc hat gotin biryara tehliyekirinê divê ji bo rojnamegerên din ên girtî jî bibe mînak.    Yekemîn rûniştina doza nûçegihana me  Şehrîban Abî û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, rojnameger Nazan Sala û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a ne girtî tê darizandin ên piştî 2 welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin îro dest pê kir. Rûniştin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojnamegerên girtî li girtîgehên lê girtîne û Zeynep Dûrgût jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi Pergala Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî di rûniştinê de amade bûn. Piştî darizandinê 4 rojnameger tehliye bûn. Têkildarî tehliyekirinê Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin  (CFWIJ) daxuyaniya nivîskî da.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin divê zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibin û hat gotin hinek nûçeyên ne li gor menfatên îktidarê nikare bê darizandin. Her wiha hat gotin rojnamegerî ne sûc e û biryara tehliyekirinê divê ji bo rojnamegerên din ên girtî jî bibe mînak.