Gundê Amarayê hat dorpêçkirin 2021-04-02 16:28:12     RIHA - Gundê Amarayê ji hêla polîs û leşkeran ve hat dorpêç kirin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê 22 sal in tê tecrîdkirin, di 4'ê Nîsanê de wê bibe 72 salî. Bi nêzbûna rojbûnê re gundê Amara ya navçeya Xelfeta Rihayê ji hêla polîs û leşkeran ve hat dorpêçkirin.    Dorpêç ji taxa Goganê dest pê dike heta li ber mala Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Hêj serê sibehê di ketin û derketina li taxê de kontrola nasnameyan tê kirin.