Hevseroka SES'ê çû serdana Emîne Şenyaşar 2021-04-02 15:06:38     RIHA - Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey çû serdana Emîne Şenyaşar a ku 25 roj e li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "edaletê" di çalakiyê de ye. Selma piştî serdanê daxuyanî da û got, "Kesên ku li heberî vê zilmê bêdeng bimînin ne mirov in."   Hevseroka Giştî ya Kedkarên Xizmetên Civakî (SES) Selma Atabey jî di nav de, endamên Lijneya Rêveberiyê ya Navendî û Hevserokên SES'ê yên Rihayê çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku 25 roj e li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "edaletê" di çalakiyê de ye.    'Em bi ku de biçin polîs li dû me ne'   Emîne ya ku tişta jiyaye ji Selma re vegot, bi bîr xist ku duh polîsan li lawê wê Ferît dane û got, "Em bi ku de biçin polîs li dû me ne.  Titştekî ku em veşêrin tune ye. Bila kesên ku qeydên kamerayê vedişêrin bişopînin.  Îro daneşîna lawê min heye û ez dixwazim ku lawê min demildest serbest bê berdan. Lawê min bê sûc di girtîgehê de ye. Bila qeydên kamerayê aşkera bikin ger ku zarokên min sûcdar in bila hemûyan bigirin."   Emîne dema bahsa xwe kir nikaribû rondikên çavên xwe bigirta. Abdî yê ku ji ber Ferît çû daneşînê nobeta wî dewr girt jî li ber lorandina dayika xwe xwe negirt û hestiyar bû.   "Bê edaletî berdewam e'   Heyetê piştî serdana xwe daxuyanî da. Li ser navê girseyê Sema daxuyanî da û got ku tişta tê jiyîn wicdanê herkesî birîndar dike. Selma wiha berdewam kir, "Di pêvajoyê de em hem bûn şopdarên malbatê û hem jî yê hevalên xwe ku li nexweşxanê dixebitîn. Lê agahî ji me hatin veşartin. Bi sala ye bê edaletî û bêhiqûqî didome.  Bi sala ye ku kes ji bo edaletê nobetê digirin. Emîne Şenyaşar jî yek ji wan e."   'Em li gel wicdanê civakê ne'   Selma diyarkir ku Emîne mafdar e û got ku ew ê her li gel malbatê bin û ji malbatê re bibin piştgir.  Selma got ku ji ber di dosyayê de tu pêşketin tune ye Emîne di çalakiyê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî,"Em li gel wicdanê civakê ne. Em dibêjin ku kesên li hember êşa vê dayikê bêdeng dimînin ne mirov û bê wicdan in. Em ê şopdarên dozê bin."