Parlamenter Feleknas Uca tecrîd bir rojeva Meclîsê 2021-04-02 12:45:23     ENQERE - Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bir rojeva Meclîsê û got "Tecrîda li hemberî  Abdullah Ocalan a zêdeyî 20 sal in li Îmraliyê didome, li dijî hiqûqa Tirkiyeyê û peymanên navdewletî ye.    Parlamentera Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, tecrida li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bir rojeva Meclîse û ji bo Wezîrê Dadê Abdullhamîd Gul bi bersivîne pirsname da Meclîsê.    Feleknas, ani ziman di axaftina telefonê ya bi kurd de, derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan de nebûne xwedî agahî û wiha got "Îzolasyona civakî û muameleya heyî hatiye asta îşkenceyê. Li gorî xala 3'yemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Avrupa îşkence hatiye qedexekirin. Li gorî xala 17’an tecrîd îşkence ye. Tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan a zêdeyî 20 sal in li Îmraliyê didome, li dijî hiqûqa Tirkiyeyê û peymanên navdewletî ye."    Feleknas bal kişand ser rapora CPT'î ya 20'ê adara 2018'an û wiha axivî: “Hemû girtiyên li Îmraliyê ten girtin, divê bêyî astengî û dereng bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Li gorî biryara Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewropa ya 24'ê çileya 2019'an CPT ji bo tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bi dawî bibe pêşniyar kiribûn. Tirkiye hişyar kiribû."    Feleknas, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne ev pirs pirsîn:    “* Çima piştî 3-4 deqîqeyan telefona Birêz Abdullah Ocalan û Hamili Yildirim a bi malbate re qut bû?    * Ji bo derbarê tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan de agahiyek bi ewle û teqez bê girtin dê malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtin bikin?    * Tu aliyê hiqûqî yê tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê heye ya na? Li gorî kijan xala Destûra Bingehît tecrîdê pêk tînin?    * Ji bo tecrîd bi dawî bibe tu hewldanên we heye?    * Li gorî hiqûqa navdewletî çima parêzer nikarin bi Birêz Ocalan re hevditin bikin?    * Ji 2'yê Gulana 2019'an heta niha parezer çend çaran çûn bi Ocalan re hevdîtin kirin û cend caran hevdîtinên wan hat redktirin. Birez Ocalan heta niha çend caran bi malbatê re hevdîtin kiiye?    * Ji bo Tirkiye bang û hişyariya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa li ber çavan bigire tu hewldanên guhertina zagonan heye ya na?    * Li gorî hişyarî û daxwazên CPT'ê ji bo bi girtiyan re hevditin bê kirin tu hewldan hene ya na?"