Rojnamegerên parastina xwe kirin: Gelo çêkirina nûçeyan sûc e? 2021-04-02 12:41:11     WAN - 5 Rojnamegerên parastina xwe kirin diyar kirin ku neheqî li wan tên kirin. Rojnamevan Şehrîban Abî diyar kir ku çêkirina nûçeyan ne sûc e.    Danişîna ewil a doza nûçegihana Ajansa me Şehrîban Abî û ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî û rojnamevan Nazan Sala ya girtî bi hêceta avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê kiribûn nûçe bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin didome. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê lidarxistin. Rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parastina xwe dikin. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamevanan dozê dişopînin.   Piştî parastina rojnamevan Adnan Bîlen û Nazan Sala, rojnamevan Şehrîban Abî, Cemîl Ûgûr û Zeynep Dûrgût parastinên xwe kirin.    'Gelo çêkirina nûçeyan sûc e?'   Rojnamevan Şehrîban Abî ya girtî destnîşan kir ku ajansa JinNewsê ew lê dixebite ajansek fermî ye û got: “Piştî em hatin girtin 5 meh şûn de îdianame hat amadekirin. Heke navê wê îdianame be… Di çar mehên ewil ên 2020’an de bi awayê teknîkî min şopandine. Min nûçeyên îstîsmara zarokan û nûçeyên jinan çêkiriye. Gelo çêkirina van nûçeyan sûc e?” Şehrîbanê destnîşan kir ku tu delîlek ku wê bibe “endama rêxistinê” nîne.    Şehrîban pirsa serokê dadgehê ya “Di dosyeya te de lênûsa têbiniyan heye, tu ji bo wê çi dibêjî?” da û wiha got: “Ez rojnamevan im. Ji bo heke tiştek ji telefona min bibe, min hejmarên li gel xwe di lênûskê de qeyd bikim. Ez nizanim kî endamê rêxistinê ye û kî ne endamê rêxistinê ye.”    'Nûçeyên me xwe dispêre nêrînên çavkaniyan'   Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî wiha parastina xwe kir: “Ez rojnamevan im û li vir rojnamevanî tê darizandin. Di îdianameyê de tê gotin ku tenê nûçeyên civakî hatine çêkirin û nûçeyên talankirina xwezayê, spor û magazînê nehatine çêkirin. Lê halbûkî me di erdheja Elbaka Wanê de wêneyên ku bikevin bîra Tirkiyeyêê girtibû û nûçeyan çêkiribû. Ajansa ez lê dixibetim Ajansa Mezopotmayê ajansek yasayî ye. Hevdîtina telefonê ji min hatiye pirsîn, ev hevdîtin jî min li gel çavkaniyên nûçeyan pêk aniye. Ji ber ku min nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin çêkir, ez hatime girtin. Ev ne sûc e. Nûçeyên me xwe dispêre nêrînên çavkaniyan, raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidên bûyerê. Ev nûçeyên terza îşkenceyê ji bo feydeya raya giştî ye.”    'Neheqî tê kirin'    Piştre rojnamevan Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin jî bi rêya SEGBÎS’ê ji Dadgeha Cizîrê beşdarî danişînê bû û wiha got: “Ragihandina geşedanên derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo televîzyonê ne sûc e. Îro kîjan televizyon li min bigere ez ê ragihînim. Ez rojnamevan im. Gelek jin li vî welatî tên kuştin. Ragihandina nûçeyên 8’ê Adarê çawa dibe sûc? Tişta tê kirin neheqî ye. Ez neheqiyê qebûl nakim. Nûçeyên ez çêdikim nûçeyên derbarê jin û zarokan de ne. Nûçeyên xwezayê ne. Ez dixwazim werim beraetkirin.”    Nazan Sala destnîşan kir ku ew ji ber xebatên rojnamevaniyê tê darizandin û got: “Ev 15 sal in rojnamevaniyê dikim. Di îdianameya hatiye amadekirin de nebûna qerta zer a çapemeniyê hêcet hatiye nîşandan. Ev yek nayê qebûlkirin. Di navbera salên 2010- 2017’an de qerta min a zer a çapemeniyê hebû. Lê di 2017’an de rojnameya ez lê dixebitîm bi KHK’ê girtin û qerta min betal bû. Li ser qerta zer tê nirxandin ka ez rojnamevan im an na. Meriv bi qerta zer nabe rojnamevan.”    Sala anî ziman ku ew piştî hilbijartina xwecihî ya 2019’an li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di yekîneya çapemeniyê de midur bûye û wiha got: “Piştî qeyûm anîn ser şaredariyê dawî li karê min anîn. Min serî li dadgehê da. Di vê navberê de min rojnamevaniyek serbixwe kir. Ez li ajansek yasayî ku gelek nûnertî û nûçegihanên wê hene xebitîm. Ez di doza xwe de bi ser ketim û paş de vegeriyam kar. Pişt re jî ez hatim girtin. Heke bi ser cihê karê min de digirin divê bi ser şaredariyê de bigirtina.”    Sala got gelek nûçeyê wê çêkirine li ber çavan nehatine girtin û bi taybet hin nûçe bijartine û kirine îdianameyê û ev yek rexne kir. Nazanê destnîşan kir ku di serdegirtina mala wê de polîsan dest daniye ser arşîva rojnameyên li malê û wiha got: “Arşîvek min a hejmarên ji salên 2010-2016’an pêk tê hebû. Van jî wek sûc li îdianemyê zêde kirine. Ji bo rojnameyan jî biryara berhevkirinê nîne. Tiştek gelek asayî ye ku arşîva rojnamevek hebe.”    Nazanê anî ziman ku wê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî heta îro nêzî 300 twît belav kirine û ji mijarên îstîsmarkirina zarokan bigire heta cînayetên kar li ser gelek mijaran twît belav kiriye û lê dozger bi qestî tenê çend twît bijartine û kirine delîlên sûc.    Danişîn bi parastina parêzeran berdewam dike.