Nobeta malbata Şenyaşar di roja danişîne de jî dewam kir 2021-04-02 12:07:23     RIHA - Danişîna doza malbata Şenyaşar îro li Edliyeya Meletiye pêk hat. Emîne Şenyaşar tevlî danişînê nebû û çalakiya xwe ya "edaletê" li pêş Edliyeya Rihayê berdewam kir.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê xizm û parazvanên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî bav û kurê malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de ji malbata Şenyaşar bav û 2 kur hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin û girtin, li pêş Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 25'an de didome.    Ferit Şenyaşar, ku li dijî bê edaletiyê li pêş Edliyeya Rihaye nobeta "Edaletê" digirt, îro ji bo tevli danişîna 7'emîn a li 3'emîn Dadgeha Cezayen giran a Meletiyê bibe ji Rihayê çû Meletiye. Li şûna Ferît Şenyaşar birayê wî Mehmet Şenyaşar nobet dewir girt. Mehmet Şenyaşar û dayika xwe Emine Şenyaşar, nobeta "Edaletê" ya li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dikin.    Dayik Emîne Şenyaşar, bal kişand ser danişîna îro ku li Meletiyê pêk bê û wiha got: "Kurê min Fadil 3 sal in neheq girtî ye. Ez dixwazim kurê min Fatil bê berdan. 150 sal cezayê girtîgehê dixwazin. 25 roj in em li pêş Edliyê Edaletê dixwazin. Gelek caran em asteng kirin û binçav kirin. Lê çi çara em asteng kirin em dîsa hatin vir. Duh disa êrîş kirin û kurê min Ferit binçav kirin. Ji bo edaletê me serî li hemû rayedaran da. Lê ji ber ku me encam bi dest nexist em hatin li ber Edliyê nobetê digirin. Em li pêş Edliyê Edelatê dixwazim."   Emîne da zanin ku ji ber malbata Yildiz wê bêzar dikin neçû Meletiyê tevli danişînê bû wiha axivî: "Em vê zilmê qebûl nakin. Bila kurê min bê berdan. Kurê min 3 sal in di yek hucreyê de tê girtin. Kê zarok û hevjînê min kuştin. Ez heta axîretê ji ser vê dozê venagerim û gilî dikim. "   Di danişîna 6’emîn de jî Emîne Şenyaşar dîsa tevli danişîne nebûbû û li pêş Edliyeya Rihayê nobet "Edaletê" girtibû.