KCDP: Di meha adarê de 28 jin hatin kuştin 2021-04-02 09:59:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya meha adarê aşkera kir û li gorî raporê 28 jin hatin kuştin. Mirina 19 jinan jî bi guman e.    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha adarê aşkera kir û li gorî raporê 28 jin hatin kuştin. Li gorî raporê mirina 19 jinan jî bi guman e.    Di raporê de wiha hat gotin: "Sedema kuştina 20 jinan ne diyar e. Jinek ji ber sedema aboriyê û 7 jin jî ji ber daxwaza doza weqetandinê hatin kuştin. 13 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicandi ve hatin kuştin. 4 jin ji hêla naskiriyên xwe ve hatin kuştin. 3 jin ji hêla mêrê ku pê re dijî ve hat kuştin. 3 jin ji hêla mêrê ku ji weqetiyayî ve hatin kuştin. Ji sedî 64 jin li malê hatin kuştin. 14 jin bi çekê hat kuştin. Her wiha nehat zanîn ku 20 jin bi kijan hincetê hatiye kuştin."    Her wiha di raporê de bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê hat kirin û hat diyar kirin ku dê xwedî li peymanê derkevin.