Penabera li ser axa xwe: Rojnameger Evîn 2021-04-02 09:07:28     Sema Çaglak   AMED - "Em bi bedêlan hatine van rojan, xwedî kevneşopiyeke wiha ne û bi tu şert û mercî em ji nivîsandina rastiyê nayên xwarê." Ev gotina edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evînê bû. Hevalên wê dan zanîn ku Evîn wekî navê xwe evîndara welatê xwe û zimanê xwe bû û gotin: "Evîn li pey xwe gelek tişt hişt. Nûçeyên xwe yên ku bûn manşet, hevaltiya pir xurt hişt. Em wek hevalên Evînê em ê  xeyalên wê yên nîvco mayî pêk bînin."   "Gurbetelliyê ji rojnamevanên jin yên kurd re mîrateyek mezin hişt. Gurbetellî di rojên zehmet de têkoşîn çawa tê dayîn nîşanî me da. Gurbetellî dîsa nîşanê me da ku rastî di taritiyê de namîne û têkoşîna mezin çawa tê dayîn nîşan da. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin. Bajar, gund û xaniyên kurdan tên bombebarankirin, mirov tên qetilkirin û îşkencekirin. Jinên kurd tên tazîkirin û teşîrkirin, ziman, nasname çanda kurd tê tunekirin. Çapemeniya muxalif tê bêdengkirin. Gurbetelliyê ji wê demê heta niha çawa kevneşopiya çapemeniyê anî, em ê jî têkoşîna wan bimeşînin û rastiyan derxînin holê. Tu hêz wê li pêş pênûsa heqîqetê nebe asteng...” Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Buldan di rojnivîska xwe de wiha armanca têkoşîna xwe ya heqîqetê anîbû ziman..   Malbata Evînê di sala 1988’an de, ji Herêma Federal a Kurdistanê ji ber zilma rejima Baase neçar dimînin ku cih û warên xwe terk bikin û berê xwe bidin gundê Buryê yê girêdayî Oremar yê Gevera Colemêrgê. Li vir bi cih dibin. Evîn li vir tê dinê. Di sala 1994’an de malbata Evînê ji ber zext û zordariya dewletê neçar dimînin ku carek din berê xwe bidin Herêma Federal a Kurdistanê. Malbat piştî 13 rojan xwe dighîne Wargeha Penaber a li Geliyê Qiyametê ye. Malbata Evînê 8 wargeh diguherîne û herî dawiyê jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi cih dibin.   Evîn perwerdeya xwe li wargehê didomîne û piştre jî derbasî zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê dibe. Li zanîngehê beşa radyo û televîzyonê diqedîne. Di sala 2011’an berê xwe dide cih û warê ku lê hatî dinê. Evîn li Amedê li rojnameya Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê dike. Ji bo Evînê rojnamegeriya bi zimanê dayikê tişta herî esasi ye û di hevpeyvînek xwe de li ser girîngiya ziman wiha nêrîna xwe anîbû ziman: “Ez tiştên hatine jiyîn bi kurdî vedibêjim, hûn jî bi tirkî. Lê em neçarin zimanê kurdî biparêzin. Ger em jî zimanê xwe neparêzin em ê komkujî, wêranî, helandin û dagirkeriyê qebûl bikin.”   Evîn 27 salî bû dema jiyana xwe ji dest da. Evîn bi dilgermî, dilnizmî, sadebûn û mutewazîbûna xwe dihat nasîn. Di her şert û mercan de tu carî coş û heyecana xwe winda nedikir. Her tim ji derdora xwe re dibû çavkaniya moralê. Hevalên Evînê ji ajansa me re behsa taybetmendiya wê kirin.    ‘Hatina me ya bakur ji bo me rûpelek nû bû'    Ayşe û Evîn, li ser axa xwe penaber bûn û hevaltiya wan jî di penabertiyê dest pê dike. Ayşe wiha behsa xwe û Evînê kir: “Hevaltiya min a bi Evîn re ji penabertiyê dest pê dike. Malbatên me herduyan jî li heman warî bûn. Ji bo vê jî em hevdû bi malbatî jî nas dikin. Her wiha em hevalên hev in. Hatina me ya bakurê Kurdîstanê ji bo me rûpeleke nû bû. Em 3 salan di rojnameya Azadiya Welat de bi hev re xebitin. Evîn kesayetek ji xwe bawer û bi hêz bûn. Tu carî kesek ligel Evînê xemgin û bê hêvî nedibû. Evîn ji bo me çavkaniya moral û kêfxweşiyê bû. Dema em navê Evînê tînin ziman kenê wê û rûgeşiya wê tê bîra mirovan. Evîn jî bi hewldanên xwe kevneşopiya generalên Apê Mûsa dida meşandin."   'Di hevaltiyê de kesek pir hestiyar bû'    Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya kesayetiya Evînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Evîn li cem min jiyana xwe ji dest da, ev ji bo min xemginiyek pir giran e. Bêguman ez bi hevaltiya wê, xebata wê û bîranînên min ên bi wê re kêfxweş im. Gelek biranînên me hene. Me hem xemginiyên xwe û hem jî kêfxweşiyên xwe parvedikir. Taybetmendiya Evînê ya herî xweş di mile hevaltiyê de bû, keseke hestiyar û dilgerm bû. Ji bo Nujîyan Erhan, ji bo Denîz Firat, ji bo Gurbetelî Ersoz û gelek rojnamegerên jin ên têkoşer ku salvegera wan dihat, Evînê dixwest ji bo wan tiştek bike. Ev ji bo wê xebateke  taybet bû. Me cara di navbera xwe de henek dikirin, min carek jê re got 'Evîn heke tu jî rojekê şehîd bikevî em ê ji bo te jî wisa bikin' Mixabin ev bû para me. Evîn ne tenê rojnamegerek bû, rojnamegereke jin bû. Evîn di mile nûçeyên jinê de, di mile têkoşîna jinê de ji me hemûyan hestiyartir bû..."   'Evîn rojeke ku baran dibariya de xatir ji me xwest'   Ayşeyê diyar kir ku bi Evînê re di sala 2017’an de tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûye û derbarê mijare de wiha axivî: "Di Newroza 2017'an de li wir wêneyek keşandibû. Wênekeşa wê di stûyê wê de ye û dest û tiliyên wê bi hine ne. Ew wêne, wêneya wê yê dawîn ê şopandina nûçeyê bû. Roja dawî jî ku gihişt şehadeta xwe ez, Evîn, Elîf û hevalek din li saziyê bûn. wê rojê li Amedê baranek pir hûr hûr dibariya. Evînê got wêneyên min bikşînin. Belkî cara yekemîn bû min Evînê wisa dît ku dixwest wêneya wê bihata kişandin. Me bi hevdû re gelek wêne kişand. Evîn wê rojê ji me xatir xwest? Em ji saziyê derketin û dimeşiyan me plansizya xwe ya ji bo rojevê dikir. Piştre dîsa baranek bariya, Evîn behsa gotina dayika xwe kir û got 'Barana Nîsanê porê dirêj dike." Ez û Evîn me pora xwe vekir û em di baranê de meşiyan. Hindik ma bû em bighijîn malê, ez li pişt xwe zivirim min ji Evînê re got lêz bike. Ji ber ku Evîn li paş ma. Min dîsa gotina xwe dubare kir. Piştre Evînê destê xwe dirêjî min kir. Bêyî ku ez destê wê bigirim Evîn ket xwarê..."    Seknekê kurdewar..   Ayşeyê anî ziman ku Evîn bi sekna xwe ya kurdewarî bal dikişand û wiha got: "Di nava çapemeniya kurd û bi taybetî jî di nava jinan de Evîn cihekî wê pir cuda hebû. Hez kirina wê, moral û motivasyona wê bêhempa bû. Çavên wê rengîn, porê wê zer û xelek bû. Gava ku em diçûn cihekî, digotin gelo ew biyanî ye. Evîn ji vî tiştî aciz dibû. Li dijî vê hertim bi kurdî diaxivî. Hesasiyeteke wê di vî milî de hebû. Bi sekna xwe ya kurdewarî jî gelek bal dikişand ser xwe. Ji bo parastina ziman û çandê her tim di nav hewildanan de bû."   'Tu carî hêviya xwe ji jiyanê qût nedikir'   Ayşe diyar kir ku Evîn ji zarokatiya xwe de her tim bi zor û zehmetiyê re rûbirû mabû lê tu carî hêviya xwe ji jiyanê qût nekiribû. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Evînê di nava jiyana penabertiyê de fêrî kedê bibû. Girêdana wê ya bi rêxistin û hesasiyeta wê di warê kurd û Kurdistanê de pir zêde bû. Evîn hem hevala min a zaroktiyê hem jî ya xebatê bû. Evîn evîn dixest ku li welatekî azad nûçegîhaniyê bike û ev xeyala wê bû. Ji me re wiha digot 'Belkî ez ê vê nebînim lê yên ku li pişt min bimînin ew ê bibînin'."   'Evîn li pey xwe gelek tişt hişt'   Ayşeyê di axaftina xwe de bal kişand ser xebat û keda Evînê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jî wek hevalên wê pênûsa wê li erdê nehêlin. Qasî ku ji destê me bê em ê xeyalên Evînê, Nujiyanê, Denîz û Gurbeteliyan bidin jijîn. Çiqas ji bo Evînê tişt bêjim wê kêm bimîne. Lê ez wek peywirek dibînim ku heta ez bijîm ez ê xeyal û îdaeyên wê  bidim jiyîn. Evîn li pey xwe gelek tişt hişt. Nûçeyên xwe yên ku bûn manşet, hevaltiyek pir xurt hişt. Evîn li pey xwe dildariya girêdana kar û xebatê hişt. Evîn bi me da famkirin ku divê em cih bidin têkoşîna jinê, serkeftin û berxwedana jinê. Dema em bahsa Evînê dikin  em dibînin ku li pey xwe gelek tişt hiştiye. "   ‘Evîn dildarê zimanê xwe bû'   Elîf Can Alkan jî di sala 2014'an de Evînê di Rojnameya Azadiya Welat de nas kiriye wiha behsa wê kir: "Evîn hevalek bi kelecan, ciwan û dînamîk bû. Dema min ew nas kir destpêkê dilgeşî û rûkeniya wê bala min dikişand. Hevalek gelek hêja bû. Her wiha bi her awayê xwe jineke ciwan a kurd bû. Evîn ji biçûkatiya xwe de ji ber zextên dewletê koçber bibû. Di temenê xwe yê ciwan de berê xwe dabû bakurê Kurdîstanê. Ji zimanê xwe gelek hez dikir. Di jiyana wê de axaftina bi zimanê tirkî tune bû."   ‘Wekî navê xwe evîndara welatê xwe bû’   Elîf anî ziman ku Evînê ji bo ziman, nasname û mafên gelê xwe her tim di nav têkoşînê de bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Nêzî 4 salan em bi hev re li Azadiya Welat de xebitîn. Ji ber ku her tim rûken bû xwe dida hezkirin. Dema navê Evînê dihat gotin kêfa mirovan dihat. Pişti ku Azadiya Welat hat girtin, derbasî rojnameya Rojeva Medyayê bû. Heta dawiya emrê xwe dildarê karê xwe bû. Beriya ku Evîn jiyana xwe ji dest bide em bi hev re bûn. Heta dawiyê jî rûken bû. Hevalek wisa bû ku niha jî em qala aliyê wê yên dilgeş û rûken dikin. Em ê hertim wê bi rûkenî û dilgermiya wê bînin bîra xwe. Evîn wekî navê xwe evîndara welatê xwe bû. Evîn navê xwe gelek baş hildigirt ku wekî navê xwe evîndara ziman û çanda xwe û bîrdoziya bû. Ez dikarim bêjim ku di qada çapameniyê de ya ku herî zêde bandor li min kir Evîn bû."   'Ronî dida derdorê xwe'   Herî dawî hevala Evînê, Nevîn Alkan jî axivî û diyar kir ku çûyîna Evînê valahî û kêmasiyek mezin li dû xwe hişt û wiha behsa Evînê kir: "Naskirina min a Evînê di qada çapemeniyê de des pê kir. Piştre hevaltiya me pêş ket. Evîn ronî dida derdora xwe. Mirov dixwest ji nêz de wê nas bike. Her tim rûken bû. Evîn jinek û rojnamegerek pir taybet bû. Bi her awayî jineke mînak bû. Piştî ku ji nav me çû bi her hevalekê re valahiyek mezin çêbû. Timî di serî de azadiya jinê û azadiya gelê xwe dixwest. Malbata wê li Mexmûrê bû. Di nûçeyên wê de hest hebûn û bûyer wekî ku dijiya vedigot."   'Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin'   Nevîn destnîşan kir ku sekna wê û tevlîbûna wê ya jiyanê mînak bû û wiha bi lêv kir: "Ji ber taybetmendiyên xwe yên dilgeşî serkeftî û meraqa xwe ya jiyanê mirov hertim wê meraq dikir. Piştî ku mirov Evînê nas dikir mirov nikaribû wê ji bîr bikira. Em pênûsa Evînê û yên mîna wê tucarî li erdê nahêlin. Armanca me ev e ku em xebatên hevalên xwe berdewam bikin.”