Li dijî pergala rîngê bertek: Eziyet, îşkence, rezîlî 2021-04-02 09:06:14   Gulîstan Azak   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo veguhestina komî ‘plana Mastre Veguhestin’ revîze kir û pergala rîngê hat rojevê. Welatiyan bertek nîşanê vê da û gotin “Eziyet, îşkence û rezîltî ye.”   Munîr Karaoglu ku wek qeyûm tayînê şûna hevşaredarên bajarê Mezin ên Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli hat kirin, bi îcratên xwe li bajar rê li ber mexduriyetan vekir û ji ber vê jî rastî bertekên gel tê.   Yek ji îcratên şaredariyê ku rê li ber bertekan vekir, pergala veguhestina komî ya li bajar e. Welatiyên Amedê, piştî revîzekirina ‘Plana Master Veguhestinê’ ya di veguhestina komî de, ji ber pergala rîngê ya hatiye rojevê di veguhestinê de zehmetiyan dikşînin. Welatiyên li TOKÎ’yên Uçkuyular ya Kayapinar û Memursen ên Yenîşehîra Amedê ji bo ji wesayîtên veguhestina komî fêdeyê bigirin bi rîngan dibin rawestgehên li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîr. Welatiyên ji TOKÎ’yan bi rîngê tên komkirin, li rawestgehên nexweşxanê li wesayîtan siwar dibin.   ‘Ev eziyet û rezîlî ye’   Fatma Ateş pergala rîngê wek ‘eziyet’ bi nav kir û derbarê pirsgirêka tê jiyîn de wiha got: “Ez ji Çolguzelî her roj têm Ofîsê. Ez neçarim her roj bêm Ofîsê. Ez ji bo hewcedariyên tenduristiyê neçarim bêm. Lê di hatin û çûyînê de pirsgirêkan dijîm. Wesayît li rawestgehan nasekinin. Bi saetan li bendê dimînim. Zarokê min astengdar li malê ye. Heta xwe digihîjim malê eziyetek mezin dikşînim. Di vê baranê de em zahmetiyên mezin dikşînin. Ev ne zahmetiya yekeme. Jin her tim rastî heqeretên ajokaran tên. Di rojên borî de ajokarekî êrîşê jinekê kir. Ev tiştên tên jiyîn bêterbiyetiye.”   ‘Dibêjin pandemî heye lê’   Ayşe Kaya jî diyar kir ku pergala veguhestinê qaşo ji bajarên din mînak girtine û kirine meriyetê û got: “Ev guherîn dê bibe sedema mexduriyetan. Kesên li TOKÎ’yên Uçkuyu dijîn bi otobusekê kom dikin. Li rawestgeha nexweşxana lêkolînê datînin û dikin otobusên din. Gelo li şûna ku carekê li wesayîtên siwar bin çima du car. Her wiha rawestgeh tije dibe û wesayît tune. Ez mexduriyetek cidî dijîm. Ez û sê zarokên xwe di vê baranê de perîşan bûn. Ev pirsgirêkek mezine. Dibêjin pandemî heye lê… Li rawestgehan her kes dikeve rêzê.”   ‘Wê rê li ber pirsgirêkên mezin vebike’   Zehra Çevîk jî derbarê mijarê de ev tişt vegot: “Tevî pandemiyê me tînin ber nexweşxanê. Ev rîskek mezine. Ev wê rê li ber pirsgirêkên mezin vebike. Li nexweşxanê nexweşên covîd hene. Welatiyan tînin wir didin sekinandin. Ev jî rîska belavbûna nexweşiyê zêde dike.”