‘Betalkirina Peymana Stenbolê ne mijarek ji rêzê ye' 2021-04-02 09:04:38   Habibe Eren   STENBOL - Dildarên Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Tulîn Semayîş û Elîf Ege bertekên xwe li hemberî betalkirina Peyman Stenbolê anîn ziman. Tûlin, diyar kir ku ji bo xwedîderketina li peymanê û dê kampanyaya stargehan xurt bikin. Sema jî da zanîn ku betalkirina Peymana Stenbolê ne mijarek ji rêzê ye.    Hefteya borî bibiryarnameya serokomariyê Peymana Stenbolê hat feshkirin. Jinên ku demek dirêje di hedefa desthilatdariyê de ne ji bo pêkanîna peymanê têdikoşiyan. Piştî biryara vekişînê jinan gotin "Em ji maf, jiyan û destkeftiyên xwe dest bernadin" û heta meha tîrmehê bê navber biryara çalakiyan dan.    Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati ku ji sala 1990’î heta niha li dijî şîdeta li hember jinan xebatan dimeşîne û piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk, starbûnê dide jinan, di meha mijdarê de komxebatek pêk anîn û ji bo stargeheke nû têdikoşe. Bi biryara vekişîna Peymana Stenbolê re giranî da xebatên xwe. Ji dildarên weqfê Tulîn Semayîş û Elîf Ege derbarê kampanya û vekişîna peymanê de axivîn.   Tulayê got di komxebata di meha mijdarê de pêk anîn de biryar dane ku li 81 bajarî stargehên jinan bên zêdekirin û kapasîte bê berfirehkirin û derbarê vê de biryara kampanyayê dane û got: “Ji meha mijdarê heta niha em ji bo naverokê dixebitîn. Me digot heta komxebateke din ya stargehan em mekanîzmayê ava bikin, hevdîtinên pêwist bikin, lingên kampanyayê ava bikin û li bajaran bi bernameyan pêvajoyê rêxistin bikin. Lê vê navberê biryara vekişîna Peymana Stenbolê hat dayîn. Ji ber vê me dîsa rewş nirxand.”   ‘Em ê kampanyayê bi peymanê re bimeşînin’   Tulîn da zanîn ku wek pêkhateyên komxebatê biryar girtine ku bi dirûşmeya "Em hîna alîgirên peymanê ne em dest jê bernadin" kampanya bê meşandin û ev tişt anî ziman: "Di hefteyên pêş de em ê starta kampanyayê bidin. Hefteya borî derbarê vê de me civîn pêk anî. Me wek rêxistineke jinê got 'em bi çî re hatine rû hev', mînakên serlêdanên şîdetê û her wekê din nîqaş kir. Jinan bi rêya telefon û e-maîlên peyam şandin û gotin ‘peyman hatiye rakirin’. Me peyamên ku hatî parvekir.”   'Piştgiriyê bidin kampanyaya me'   Tulîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina li Peymana Stenbolê û got: "Ji bo xwedîderketina li peymanê û me biryara xurtkirina kampanyaya stargehan da. Em ê kampanyayê li her derê û bi ser medyaya civakî pêş bixin. Divê her kes piştgiriyê bide kampanyaya me.”   ‘Betalkirina peymanê ne mijarek ji rêzê ye'    Elîf Ege jî da zanîn ku nîqaşên vekişîna ji peymanê ne nû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî ji bo mafê nefeqe û TCK 103 platform hatibûn avakirin. Dema peyman dihat nîqaşkirin em bi lez ketin nav organîzasyonê. Tebax-tîrmehê bi vê derbas bû. Me hewl da em derdên xwe bêjin û nîqaşa betalkirinê ji holê rakin. Di nîvê şevê de bi biryarnameyekê ji peyman hat betalkirin. Piştî biryarê heta sibehê li her derê çalakî hatin rêxistinkirin. Peyman ji bo jiyana jinan bi nirx e. Em ji tecrubeyên xwe dizanin, dema ku prosedura hiqûqî nehatiba cih me hema serî li Peymana Stenbolê dida. Ji ber vê jî ev ne mijareke ji rêzê ye."   ‘Bi betalkirina peymanê re bawerî bi hiqûqê re ne ma'    Elîfê destnîşan kir ku ew vê biryarê qebûl nakin û wiha pê de çû: “Em derbarê vê de xebatan dimeşînin. Piştî vekişîna biryarê serlêdanên ji bo Mor Çati zêde bûn. Ev bû sedema şikestina cesaretê û xerabûna moralê. Dema mirov Tirkiyeyê dinêre, mekanîzmayên piştgiriyê peywirê pêk nayê. Qanûn li ser kaxizê dimînin û pêk nayên. Biryarê bandor li ser jinan kir. Em derbarê vê de plan dikin ku daneyan bikin rapor. Em ê vê hem li ser çapemeniya civakî û hem jî di malbata xwe de parve bikin. Bêguman jinan ewil xwe tenê hîs kirin, êdî daxwaza wan vekirina dozê nema. Piştî peymanê baweriya jinan bi pergala hiqûqê nema.”   Ji bo baroyan bang   Elîfê bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de bar dikeve ser milê baroyan û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Piştî vekişîna peymanê baroyan hema bi lez reaksiyon nîşan dan, doz vekirin. Lê em dixwazin pergal amafê jinan ya alîkariya edlî didin jinan ava bikin. Ji ber niha jin tenê ne, hewcedariya wan bi zanîn û piştgiriyê heye. Piştî peymanê çapemeniya nêzî deshilatdariyê, peymanên CEDAW û Lanzorete jî hedef girtine. Li pişt vê êrîşê jî bêguman dijminahiya li hember jinê û dijberbûna li hember wekheviya zayenda civakî heye. Bêguman em matmayî namînin. Em ê jî li dijî vê têkoşîna xwe hîn bêtir bihûnin. Yek ji tespîtên tên kirin ev e ku piştî vekişînê wê êrîş zêde bibin. Lê em dibînin ku têkoşîna me wê bidome. Ne tenê li Stenbolê wê li her derê Tirkiyeyê çalakiyên me heta 1’ê tîrmehê bidome. Em wek Mor Çati her tim bi saziyên navneteweyî re di têkiliyê de ne. Em bi piştevaniya femînîst a neteweyî bawer dikin. Ji welatên din jî jin geriyan û gotin ew bi fikar in. Ji Ewropa û welatên din peyamên piştgiriyê hatin dayîn.”