ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê 2021-04-02 09:00:00   * "Têkoşîna jinê xwedî hêzeke ku dikare têkoşîna gerdunî bi têoşîna jinê re bîne gel heve. Ji ber têkoşîna jinê bi qasî ku bi biryare dîroka koletiya jinê binivîse, bi îdia, xurt û biryare ku dîroka azadiyê jî binivîse." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *"Em bi bedêlan hatine van rojan, xwedî kevneşopiyeke wiha ne û bi tu şert û mercî em ji nivîsandina rastiyê nayên xwarê." Ev gotina edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evînê bû. Hevalên wê dan zanîn ku Evîn wekî navê xwe evîndara welatê xwe û zimanê xwe bû û gotin: "Evîn li pey xwe gelek tişt hişt. Nûçeyên xwe yên ku bûn manşet, hevaltiya pir xurt hişt. Em wek hevalên Evînê em ê  xeyalên wê yên nîvco mayî pêk bînin." BI DÎMEN    *Jinên ku beşdarî Newroza Amedê bibûn li ser HDP’ê axivîn û destnîşan kirin ku çiqas partiyên kurdan bigirin jî ew ê bi hêztir werin û gotin: “Ger ku hilbijartin bê kirin em ê dîsa dersê bidin wan û dengê xwe bidin HDP'ê. Ew ê winda bikin û em ê bi ser bikevin.” DÎMEN HEYE   *Dildarên Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Tulîn Semayîş û Elîf Ege bertekên xwe li hemberî betalkirina Peyman Stenbolê anîn ziman. Tûlin, diyar kir ku ji bo xwedîderketina li peymanê û dê kampanyaya stargehan xurt bikin. Sema jî da zanîn ku betalkirina Peymana Stenbolê ne mijarek ji rêzê ye.  BI DÎMEN    *Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo veguhestina komî ‘plana Mastre Veguhestin’ revîze kir û pergala rîngê hat rojevê. Welatiyan bertek nîşanê vê da û gotin “Eziyet, îşkence û rezîltî ye.” BI DÎMEN