Rojnameger Evîn li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-04-01 16:52:51     COLEMÊRG - Rojnameger Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn.   Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Bûldan a di 2'yê nîsana 2017'an de, li Amedê qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest da bû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û hempîşeyên rojnameger Evînê di salvegera mirina wê ya 4’emîn de li ser gora wê ya li navçeya Gever a Colemêrgê bi bîr anîn. Di bîranînê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hat vekirin.    Ji rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Zeynel Abîdîn Bûlût, berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, endam û rêveberên HDP’ê yên Colemêrgê û navçeya Geverê û gelek welatî beşdar bûn.    Zeynel di bîranînê de axivî û got: "Weke her ferdekê kurd ê têkoşîna azadiyê dide, em jî tu caran keda hevalên xwe ji bîr nekin û di nivî de nehêlin."    Ayşe jî da zanîn ku Evîn mîrateyeke mezin ji wan re hişt û wiha got: “Hem di çarçoveya weşangeriya kurdî de û hem jî di rojnamegeriya jin de têkoşîneke girîng da. Heke îro em xwe bi awayekî azad îfade dikin, di encama têkoşîna hevalên weke Evînê de ye."    Dayika Evînê Nesîbe Buldanê jî li goristanê wiha axivî: “Divê em bibin layiqî keda wan û xeyalên wan di nivî de nehêlin."   Hevserokê HDP’ê yê Geverê Abdulkerîm Akdogan jî, anî ziman ku keda Evînê ji bîr nekin û wiha got: “Em ê şopdarê doz û xebatên hevala xwe ya rojnameger bin. Em soz didin ku em ê armanc û xeyalên wê bicih bînin.”   Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a ser gorê bi dawî bû.