Serdanên Dayikên Aştiyê berdewam dikin 2021-04-01 16:44:03     STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, ji bo ku daxwazên girtiyên li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan li girtîgehan di grevê de ne bikin rojevê Serdana Platforma Komeleyên Rojava-Başûrêrojava kir. Platformê jî pêşniyara ku bila ji bo grevên birçîbûnê komîsyon bê avakirin û kampanyaya îmzeyê bê destpêkirin kir.    Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, ji bo daxwazên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan 126 roj e di grevê de bên qebûlkirin serdanên  xwe yên ji bo ku muxalfet bikeve dewrê berdewam dike. Dayikan îro jî Serdana Platforma Komeleyên Rojava-Başûrêrojava û Federasyona Komeleyên Êlihê ya li Şîrînevlerê ye kir. Rêveberên komeleyan dayik li ber derî pêşwazî kirin û li gel Serokê Platforma Komeleyên Rojava-Başûrêrojava Abdulhekîm Daş endamên federasyonê dayik pêşwazî kirin.    'Divê em bibin dengê girtiyan'   Di destpêka hevdîtinê de ji dayikan Turkan Kocadag bal kişand ser aramanca wan a serdanê. Guler Bugdayci jî diyar kir ku li girtîgehan tecrîd di asta herî jor de ye û got, "Li girtîgehan tecrîd heye. Zarokên me ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin 126 roj e di greva birçîbûnê de ne. Divê em bibin dengê wan. Em çiqas dengê xwe bilind bikin wê ewqas daxwazên wan zû bên bicihanîn.  Di vî mijarê de ji bo ku em çi bikin û çi nekin me xwest em nêrîna we jî bigirin.  Em hemû yek in. Ji bo aştiyê bi salan em bedelê didin. Divê em bibin dengê girtiyan. Tecrîda tê pêkanîn dijhqûqî ye."   'Tecrîd roj bi roj belav dibe'   Ebdulhekîm Daş jî diyar kir ku hevdîtina birayê birêz Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan a li dozgeriyê dijqanûnî ye nayê qebûlkirin û ev jî nîşanî me dide ku tecîrd çiqasî belav bûye. Pandemiyê dikin hincet û tecrîdê berfirreh dikin. Tişta tê kirin zilm e. Em jî dixwazin wekî PlatformaKomeleyên Rojava-Başûrêrojava  (DEDEF) divê em bikevin tevgerê û Em naxwazin êdî dilê dayikan biêşe. Herwiha Ebdulhekîm Daş anî ziman ku ew ê di rojên borî de daxuyaniyê bidin û got ku divê kampanya îmzeyê bê destpêkirin.    Endamên Înîsiyatîfê piştre jî çûn serdana GOÇÎZDER'ê.