'Divê demildest rojnameger bên berdan' 2021-04-01 15:34:02     WAN - Platforma Demokrasî ya Wanê, ji bo 4 rojnamegerên piştî avêtina du welatiyan a ji helîkopterê hatibûn girtin, banga serbest berdanê kir.    Yekemîn danişîna nûçegihanên Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen, Cemîr Ûgûr, nûçegihana me a Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yên ku piştî agahiya 2 welatiyên di 9’ê Cotmeha 2020’an de li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin kirin nûçe hatin girtin û nûçegihana MA’yê ya ne girtî tê darizandina Zeynep Dûrgût dê sibe bê dîtin. Platforma Demokrasî ya Wanê, berî danişînî derbarê rewşa girtina rojnamegeran de daxuyanî da çapemeniyê.     Daxuyannî li avahiya Baroya Wanê hat lidarxistin. Nûnerên gelek sazî, komele, STO û malbatên rojnamegeran beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li navçeya Şaxê, piştî ku Osman Şîban û Servet Tûrgût li aliyê eskeran ve hatin binçavkirin, rastî îşkeceya mezin hatin. Rojnamegeran jî, di çarçoveya qeydên nexweşxaneyê de, îşkenceya li Osman û Servet hatibû kirin, kirin nûçe û xistin rojeva Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê rojnameger hatin hedef girtin.   Yek ji rêbazên bingehîn ê rojnamegertiyê, bi awayekê rast gel agahdarkirin e. Rojnameger neçarin ku rastiyê danin holê. Piştî girtina demek dirêj, wê rojnameger sibe derkevin pêşberî dadgehê. Di rastiyê de, ya ku sibe bê darizandin, mafê gel agahî girtinê û rojnamegertiye. Li Tirkiyeyê zextên li dijî rojnamegeran ne nû ye. Ji paşerojê heya roja îro ev zext zêde bûn.    Rojnamegerî ne sûce. Divê pêkanînên keyfi yên li dijî pêwîstiyên civakê ji holê bên rakirin. Sibe wê yekemîn danişîna kedkarên çapemeniyê rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala bê dîtin. Em bang dikin ku rojnameger bên berdan. Rojnamegerî ne sûce! Divê kedkarên çapemeniyê tavilê bên berdan.”