Li Mexmûrê koma 53'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-04-01 10:33:59   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 53'an dewir girt. Çalakî di roja 105'emîn de berdewam dike.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 53’emîn ve hat dewirgirtin û di roja 105'emîn de berdewam dike.   Merasîma çalakiya dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat dest pê kirin.   Di merasîmê de li ser navê koma 52’emîn Ezîz Batman axivî û got: “ Em di serî de bi xêrhatina gelê xwe dikin. weke tê zanîn armanca me ji çalakiya greva birçîbûnê azadiya fîzîkî yê Rêber Apo ye. em hevalên di zîndanan de li berxwe didin silav dikin. Ev demeke dirêje berxwedaneke mezin di girtîgehan de hatiye destpêkirin. Em weke gelê wargehê tu carê wê hevdîtina telefonê ku bi rêberê Apo re hatiye kirin qebûl nakin. Heta ku em Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nekin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Dewleta tirk a dagirker bi hevkarên xwe re dixweze careke din dîrokê paş de bizivîrîne. Bila baş bizanibin ew çiqas êrîş bikin wê berxwedan jî ewqas mezin be. Em careke dinê serkeftinê ji bo hevalên xwe dixwezin .”   Merasîm bi duruşma “ Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zîndanan” û “ Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.