Mîrateya jinên kurd a sedsalî: Kesrewan 2021-04-01 09:06:23   Hîkmet Tunç    WAN - Kesrewan (puşiya heftreng) ev sedsal in ji dayikan derbasî nifşên nû bûye û heta îro hatiye. Kesrewan bi keda jinê heta wan rojan hatiye.    Cil û bergên gelerî yên jinên kurd her tim bi xemlên xwe heyî bûne û yek ji xemlên ku cil û berg temam dike Kesrewan yanî pûşiya heft reng e. Benên jê re dibêjin armuş ji Herêma Federal a Kurdistanê tînin û di çêkirina Kesrewan de bikaranîn.   Jinên li gund bi roj karê malê dikin bi şev jî di bin ronahiya çirayê de kesrewanê nexweş dikin. Kesrewan parçeyê herî bi nirx e. Kesrewan bi keda destê jinan nifş bi nifş heta îro hatiye.   Kesrewan parçeyê herî bi nirx yên cil û bergane   Zulfiye Ertaş ya di salên 90’î de ji ber polîtîkayên dewletê koçî taxa Karşiyaka a Îpekyolu ya Wanê kiriye, kesrewana di destê wê de sed sal derbas kiriye. Kesrewana ji dayika wê ji wê re maye, wê jî ji keça xwe re veşartiye. Zulfiyeyê da zanîn ku Gelê Kurd bi çanda xwe cudaye û got kesrewan berê yek parçeyên girîng yên kiras û fistanan bûye.   Nifş bi nifş hatiye heta îro   Zulfiyeyê daxuyakirin ku kesrewan bi kedeke kolektîf dihat hûnandin û destê gelek jinên ciwan lê ketiye. Zulfiyeyê ev tişt anî ziman: “Temenê kesrewana di destê min de herî kêm 100 salî ye. Kersewan a dayika min bû û diyarî min kir. Dayika min 80 salî bû. Min jî kesrewanê diyarî keça xwe kir. Keça min jî diyarî keça xwe kir. Ez xwedî mîrateya dayika xwe derketim û min anî heta wan rojan."   Zulfiye axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bûk bi kesrewanan dianîn. 7 rojan ew kesrewan li serê wan diman. Ev jî dihat wateya qebûlkirina endama nû ya malbatê. Di dawiya 7 rojan de bûk wek endamek nû tevlî malbatê dibû. Lê mixabin jin wek berê xwedî li çanda xwe dernakevin.”