‘Divê guh bidin daxwazên girtiyan' 2021-04-01 09:05:21   RIHA - Xizma girtî Dîlan Aktaş, çalakgerên li girtîgehê greva birçîbûnê didomînin, pîroz kir û got: “Divê daxwaza girtiyan demildest pêk bê û dawî li grevên birçîbûnê bê anîn.”   Girtiyên PKK'yî û PAJK’î bi armanca ku tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bikin û dawî li binpêkirina mafên girtiyan bînin di 27’ê Mijdarê de dest bi gireva birîbûnê ya bêdem-dorveger kirin. Di 25’ê adarê de, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bang li birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan kirin. Mehmet Ocalan bi birayê re hevdîtina bi telefonê kir. Lê hevdîtina bi telefonê piştî demek kurt hat birîn.   Tevî van, li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê zextên li ser girtiyan didomin. Mustafa Aktaş jî li girtîgeha Tîpa T ya Hîlwanê dimîne. Keça wê Dîlan Aktaş banga bi dawîkirina binpêkirina mafên girtiyan kir.    Dîlanê da zanîn ku bavê wê 2 sal û nîv e girtiye û ev tişt got: “Em ji ber vîrûsê bi fikarin lê hikûmetê ji bo vê tu gav neavêtiye. Piranî girtî bi koronayê ketin. Lê rêveberiya girtîgehê û hikûmetê tu daxuyaniyek neda. Em bi derfetên xwe hewl didin vê pêvajoyê derbas bikin. Lê hikûmet tu tiştekî nabêje. Berovajî vê em xistin nava fikaran. Em girtiyên di girevê de pîroz dikin. Ew rumeta me ne. Em bi wan serbilindin. Têkoşîna wan me li ser piyan digire."   ‘Em dema girtiyan dibînin pirsgirêkan jibîr dikin’   Dîlanê balkişand ser pirsgirêkên ku di hevdîtinan de tên jiyîn û wiha axivî: "Bi taybet di mijara cil û bergan de rêbazên tûnd hene. Di hevdîtina dawî de ji ber bişkoka şalê min hesin bû pirsgirêk derxistin. Gotin divê tu şalê xwe derxînî min jî got na. Lê ez neçar mam ku şalê xwe derxim. Ez bi taytê çûm hevdîtinê. Rewşeke şerme lê ne di alî min de di alî girtîgehê de şerma mezin e. Lê tevî hemû pirsgirêkan dema em girtiyan dibînin em jibîr dikin. Ji ber ew moral û hêzek mezin didin me. Mînak bavê min xwendin û nivîsandinê li girtîgehê ji hevalên xwe fêr bûye û v tiştek pir girîng e.”   ‘Divê daxwaza wan bînin cih’   Dîlanê bi lêv kir ku di pêvajoay greva birçîbûnê de bavê wê gelek kîlo daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê pêvajoyê de ji bo têkiliya girtî û malbatan ji hev qût bike serî li hemû riyan didin. Sedema pirsgirêkên tên jiyîn zextên dewletê yên li ser girtiyan e. Em êdî nizanin çi bêjin. Ez bang li hikûmetê dikim ku demildest daxwazan bînin cih û girev bidawî bin. Em krîzên tên jiyîn ji nêz ve dibînin û em hatina nokteya dawî.”